BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li gelek navendên Swîsreyê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Li bajarên Zurih, Winterthur, Basel, Biel, Luzern û Bellinzona ên Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate protestokirin.

ZURIH

Kurdistaniyên li bajarê Zurihê dijîn, li stasyona trenê ya Zurihê li hev civiyan. Ji aliyê Emre Kara ve danezana Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) hate xwendin. Di danezanê peyama, “Dawî li sûcên şer ên Tirkiyeyê yên li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê bînin” hate dayîn.

Di çalakiyê de ev peyam hate dayîn: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk protesto bikin. Em hêzên navneteweyî ku qada hewayî ji dewleta Tirk re vedikin şermezar dikin. Em bang li koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî û Rusyayê dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin!”

Piştî daxuyaniyê li ser navê PYD’ê Swîsreyê Sekvan Naso axivî. Naso diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê li ber xwe bidin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin em ê dev ji azadiya xwe bernedin. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em bang her kesî dikin ku piştevaniya Rojava bikin.”

Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr jî wiha got: “Bi van êrîşan dixwazin serê Kurdan bitewînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku li dijî van êrîşan rabin.”

BIEL

Kurdistaniyê li bajarê Bielê li Bahnhofplatzê li hev civiyan û daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê ji bo kesên di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de ewil Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielê (CDK-Biel) Ahmet Kaya axivî û anî ziman ku dewleta Tirk her dema ku hem li di nava xwe de hem jî ji derve asê dimîne êrîşî gelê Kurd dike.

Di çalakiyê de metnên çapemeniyê ya bi Elmanî û Fransî hate xwnedin. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay jî anî ziman ku wê tecrîda Îmraliyê bi berxwedanê bi temamî were şikandin.

Atalay meşa 16’ê Mijdarê ku wê li Kolnê bê lidarxistin, bi bîr xist û wiha got: “Em Kurdistaniyên li Ewropayê hem ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me û hem jî ji bo bidawîkirina êrîşên li ser Kurdistanê divê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin.”

LUZERN

Kurdistaniyan li Luzernê jî daketin qadan. Çalakiya li Luzernê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê CDK-Luzernê Ercan Guneş axivî.

Guneş wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst ji demek dirêj ve hewl dide Kurdan tune bike. Her tim bombe li Kurdistanê dibarîne. Kurd jî weke her demê li her derê cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe bidomînin. Ji duh bi şev ve dîsa bi balafirên bê mirov Rojava bombebaran dike û rê li ber kuştina zarokên Kurd vedike.”

Piştî Guneş, li ser navê PYD’ê Alî Omar axivî û wiha got: “Divê Abdullah Ocalan bi partî û gelê xwe re biaxive.”

Li ser navê Partiya Pêşwerû jî Kenan Rojava axivî û got: “Çi dibe bila bibe em ê serî li hember dewleta Tirk a faşîst netewînin. Nikarin Kurdan biqedînin. Heta ku em bi paradîgmaya Rêbertiya xwe li ser rêya xwe bin, ti dewlet nikare li hemberî me bisekine.”

BELLINZONA

Kudistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li bajarê Bellinzona ya girêdayî Ticino daketin qadan.

Kurdistaniyên ku li ser banga Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger'in (TCŞ) li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Rojava", "Bijî YPG”, “Tiamo tutti PKK” ve “Jin jiyan azadi” hatin berzkirin. Di çalakiyê de banga berxwedanê li hemû gel û bi taybet ciwanan hate kirin.

WINTERTHUR

Yek ji navnîşanên çalakiyê yên li Swîsreyê bajarê Winterthur bû. Kurdistaniyên ku piştî agahiya êrîşê li pêşiya stasyona trenê ya Winterthurê li hev civiyan, daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de ji bo kesên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Canfeda Ararat axivî. Ararat êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: “Li aliyeke qaşo destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din jî bombe li ser gelê me dibarînin. Nexweşxane, dibîstan û navendên sivîlan tê hedef girtin. Kurd ne Kurdên beriya 100 sal in. Di serî de Rêber Apo gelê me di ferqa lîstikên dewleta Tirk de ye. PKK 50 sal in şer dike. Li hemberî wan serî netewand, wê ji niha şûnde jî netewîne. Em ê li her qadê li ber xwe bidin. Em ê êrîşan şermezar bikin.”

Çalakvana Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Rozerîn Sara metna çapemeniyê ya bi Elmanî xwend. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.