Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
Çalakî li ser banga Young Struggle hat lidarxistin û KA (Avabûna Komunîst), Jugendkommune (Komunên Ciwanan), Kolektîfa Sor a Kielê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û nûnerên rêxistinên cuda beşdar bûn.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li dijî êrîşên li ser Kurdistanê li Elmanyayê jî têkoşîn were kirin û li dijî gefên dagirkeriyê bal kişandin ser piştevaniya enternasyonal.
Di heman demê de ji kampa protestoyî ya li dijî şîrketa çekan a Rheinmetallê jî beşdar bûn ji çalakiyê re çêbûn. Ji bo meşa mezin ku wê 7’ê Îlonê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
Di çalakiya ku li navenda bajêr hat kirin de danezan hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.