Êrîşên dagirker û qetlam hatin protestokirin

Qetilkirin 2 sivîl û birîndarbûna 4 jê zarok 8 kesan a di êrîşa dewleta Tirk a 25’ê Hezîranê de li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Îngîltere Londonê hatin protestokirin.

STOCKHOLM

Di çalakiya li Qada Sergel a Stockholmê hate kirin de wêneyên şehîdên sivîl û alên KCK’ê hatin hildan, êrîşên dewleta Tirk a girker hatin protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de heta gotin ku dewleta Tirk hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dike û li Başûrê Kurdistanê sûcê dim mirovahiyê pêk tîne. Dîsa bêdengiya li beramberî vê jî şermezarkirin.

LONDON

Kurdistaniyên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Londonê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

GOTTÎNEN

Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Gottîngen a Elmanyayê û derdorî wê dijn li Ganselînseplatz Gottîngenê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de wêneyên sê jinên hatibûn qetilkirin hatin hildan, bi pankart û dowîzên vekirin dewleta Tirk protesto kirin.

ÎNGOLSTADT

Li bajarê Îngolstadt a Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên xwe yên Elman dagirkeriya Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Terotîst Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin, bêdengiya li ber qetlîaman jî şermezar kirin.