Êrîşa li dijî KNK’ê li Solothûrnê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên xwe ku ji ber êrîşa li Nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê hat kirin li Solothûrnê hatin ba hev, malbata Barzaniyan ku bi dewleta Tirk re hevkar e, şermezar kir.

Kurdistaniyên li kantona Solothûrnê ya Swîsreyê û dostên Kurdistaniyan, qetilkirina Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbul li Bahnhofplatza Solothûrnê bi çalakiyekê protesto kir.

Di şexsê Bulbul de ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêz hat girtin û dest bi çalakiyê hat kirin. Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Solothûrnê Kaya Demîr li ser navê Kurdistaniyan axavtinek kir. Demîr got: ‘’Ev ne xiyaneta ewilîn ne jî wê ya dawîn be. Kurdan tu car xwe li ber xiyanetê ker nekiriye, wê xwe li ber vê xiyanetê jî ker nekin. PDK ya bi dewleta Tirk re hevkar, di bîrê de ku bi benê dewleta Tirk xwe ber dide wê bifetise û hesab bide Kurdan. Em hevrêyê xwe ku li Hewlêrê bû şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku wê xwîna wî nemîne li erdê.’’

Bi pişt re endamê ciwanên enternasyonalît Talarîco jî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha axivîn: ‘’PDK’ê û dewleta Tirk ev qetlîam bi destên xwe kiriye. Armanca bi vê qetlîamê, qedandina têkoşîna rûmetyar a Kurdan e. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku xwe li hemû îspat kiriye û bi têkoşîna xwe bûye ronî, bi xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk naqede. Dawiya dawîn yên têk biçin PDK ye ku xiyanetê dike û dewleta Tirk e ku hez ji qetlîamê dike. Em ciwanên enternasyonalîst wê her dostên vê têkoşîna rûmetyar bin û bibin hevkarên têkoşîna wan.’’

Endamê Komuna Şehîd Raperîn Amed a Solothûrnê Rodar Cûdî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ)  şehîd Bulbul bi bîr anîn û wiha axivî: ‘’Dewleta Tirk a faşîst û PDK ya xiyanetkar, êrîşên qirêj dibin ser Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Dewleta Tirk bi destên PDK’ê Başûrê Kurdistanê zeft kiriye. Bi lîstikên qirêj ên bi her awayî dikeve hewila qedandina têkoşîna me û şehîdkirina hevrêyên me. Lê bila bi vê baş bizanin ku em Kurd û ciwanên Kurd bi tu awayî rê nadin faşîzma dewleta Tirk. Em ê têkoşîna xwe geş bikin û hesabê şehîdên xwe bixwazin. Me bang li hemû Kurdan û dostên wan e; derkevin kuçeyan û vê qetlîam û xiyanetê qebûl nekin. Em berxwedana xwe geş bikin û Kurdan ji vê xiyanetê xelas bikin.’’