Êrîşa li Şengalê li Kleve hate protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Şengalê li bajarê Kleve ya Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa el a Ememerîch û Kleveyê ve hate organzîekirin saet 18:00’an bi devlîbûna gelek Kurdistaniyan pêk hat.

Di meş û mîtînga hate kirin de siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn, li ser navê NAV-YEK Merwan Sezek, li ser navê CÎK’ê Nûsret Ozdemîr û li ser navê Hevserokatiya Meclîsa Gel jî Wehbî Tûgay axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku li her devrên Kurdistanê qirkirin tê kirin û hate bibîr xistin ku berî niha jî gelek carî dewleta Tirk a dagirker qetlîam bi serê xelkê sivîl ên Şengalê aniye. Hate gotin ku dewleta faşîst a Tirk dixwaze qirkirina civaka Êzidî ya ku DAÎŞ’ê bi dawî nekirî ew bi xwe dawî bike.

Çalakî bi qîrkirina dirûşmên bi Kurdî û Elmanî ya protestokirina dewleta Tirk bi dawî bû.