Çavûşoglû li Berlînê hate protestokirin

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû yê ku hate Berlînê ji aliyê Kurdistanî û Elmanan ve hate protestokirin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Buroya Karên Derve ya Federal hatin ba hev û bi mîtîngekê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy protesto kirin.

Parlementerê Dîe Lînkeyê Hakan Taş di mîtîngê de axivî.

Piştre Meclîsa Women Defend Rojava û Meclîsa Jinan a Destanê daxuyaniyeke hevpar xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Tirkiye pereyê ji tûrîzmê ji bo şer bi kar tîne. Divê hikumeta Elmanyayê êdî vî tiştî bibîne. Her qiruşekî li wir dibe sedema kuştina sivîlan. Divê em neçin Tirkiyeyê. Divê qetlîamên dewleta Tirk neyê jibîrkirin. Bi çekên Elmanyayê li Kurdistanê şerek tê kirin.”