Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 54’an de dewam dike, çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger a 15 kesên li Strasborûgê jî dayî destpêkirin di roja 15’an de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê cih di gelek çapemeniyên herêmî û netewî de girtin. Çalakî bi taybet li Fransayê cihek berfireh di rojnameya Nûmanîte ya çepgir de girti.
Çalakvanên grevê Mûstefa Sarikaya û Gulîstan Îke ên ji rojnameyê re axivîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Yek ji girtiyê siyasî yê herî bi nav û deng ê cîhanê’ pênase kirin.
Li ser pirsa rojnameyê ya ‘Rewşa yek ji girtiyê siyasî yê herî bi nav û deng ê li Girava Îmralî ku ev nêzî 19 sal in li Tirkiyeyê tê ragirtin çawa ye’ ev tişt nivîsand: “Ti saziyên navneteweyî, malbat û parêzer ku serlêdana ji bo hevdîtinê ya li Îmraliyê ji aliyê rêveberan ve bê bersiv dimîne. Piştî çend mehên din Abdullah Ocalan ê ku wê bibe 70 salî, ji Tîrmeha 2011’an vir ve hevdîtin bi parêzerên wî re nabe. Hevdîtina malbatê ji Cotmeha 2014’an û vir ve dîsa ji 2015’an û vir ve jî piştî hevdîtina parlemeteran û bi şûnde jî rê nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin. Hemû derfetên hevdîtin û heta telefonê ya lîderê Kurd hatiye birîn.”
Rojnameyê bibîr xist ku tenê Nîsana 2016’an heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê Nîsana 2016’an çûye Îmraliyê û ev tişt lê zêde kir: “Ev nêzî 2 sal û nîv in ti agahiyek ji girtîgehê nehatiye girtin.
Rojnameyê destnîşan kir ku ji bo şikandina vê tecrîdê 4 jê jin 11 mêr ji 17’ê Kanûnê ve li Strasboûrgê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku xebatkara çapemeniya Kurd Gulistan Îke û siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya yek ji van çalakvanan e, bi her du yan re hevpeyvîn hatiye kirin.
Îke û Sarikaya piştî ku armanca çalakiya xwe ragihandin piştre bersiva pirsan dan. Sarikaya biryara vekişîna DYE ya ji Sûriyeyê nirxand û wiha got; “Li Rojhilata Navîn hemû hêz dixwazin heremê ji nûve dizayn bikin û destpêkê ji bo prastina berjewendiyên xwe dixwazin rol bileyzin. Rewşa li herêmê bi lez tê guhertin. Ev jî dide nîşandan ku divê gelên Rojhilata Navîn piştevaniya hêzên xwe bike ne piştevaniya hêzên biyanî bikin.”
Gulistan Îke jî wiha got; “Şoreşa Rojava ne bi saya hêzên biyanî pêk hat bervajî wê tevî ku hemû hêz li heremê bûn ev şoreş pêk hat. Divê gelê Ewropa û saziyên Ewropa ferq û cudahiyê nexe navbera gelê Kurd e, mirov bi şoreşa rojava re eleqedar dibin û piştevaniya wan dikin.”
Sarikaya têkildarî şert û mercên çalakiyê jî wiha got; “Daxwaza me ew e ku hinek kes biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Di rewşekî wiha de tenê greva birçîbûnê dikare were rawestandin. Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) xwedî li erk û berpisyartiya xwe derkeve û pêşî li tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bigrin.”
Gulistan Îke bibîrxist ku tenê bi 15 kesan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê didomînin û wiha got; “Em dizanin ku ev ne bes e. Ji ber vê sedemê pêdiviya me bi dostên me yên Ewropî y3en ku bi mere heman nirxên mirovahiyê parve dikin heye.”
Rojnameya L’Humanite, rojnameyên herêmî DNA û 20 Minute, rojnameya Feminist 50\50 magasine û malpera nûçeyan a Breton 7 Seizh ji xwênerên xwe re greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ragihandin.