Çalakvanên Strasboûrgê banga li raya giştî ya Elman kir

Li ser navê çalakvanên Strasboûrgê Yuksel Koç ji bo raya giştî ya Elman nameyek nivîsî. Koç di nameyê de banga xwedîderketina li daxwazên wan ên demokrasî û aştiyê kir û got, divê hikûmeta Elman û saziyên erkdar bi lezgîn bikevin tevgerê.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku ji bo Însyatîfa Azadiya Ocalan 14 çalakvan ji 17’ê Kanûnê û vir ve di greva bêdawî û bêdorveger de ne û hate diyarkirin ku Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 7’ê Mijdarê û vir ve bedena xwe dane ber birçîbûnê.

Di meyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî destûrên mafê mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye da diyarkirin ku li gel girtîgehan li Başûrê Kurdistan, Brîtanya, Hollanda, Kanada, Avûstûrya, Elmanya û Strasboûrgê 297 kes li dijî tecrîdê di grevên birçîbûnê de ne.

Di nameyê de hate gotin ku ev nêzî 7 sal in bi ti awayî ne parêzer û ne jî malbatan kariye bi Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Ev ne tenê binpêkirineke giran a li ser mafê mirovan ên bingehîn e, heman demê parçeyeke ji polîtîkayên qirker û zextê ya desthilata AKP-MHP’ê li ser demokrasî û muxalîfê yên li Tirkiyeyê ye. Tirkiye bi rejîma AKP-MHP’ê re bi temamî ji welatekî hiqûqê derketiye. Li gel hilbijêrên HDP’yî, bi dehan endamên partî, akademîsyen, rojnamevan bi zextan re rû bi rû ne û girtîne.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku di dema muzakereya aştiyê ya sala 2015’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şer pêk nehatin û tu kes nemirin.

DI DEMA MEZINBÛNA HÊVIYA AŞTIYÊ RE ERDOGAN DAWÎ LI PÊVAJOYÊ ANÎ, TECRÎD DESTPÊ KIR

Bi domdarî di nameyê de ev tişt hate gotin: “Hêviya aştiya civakî û demokrasiyê, bi saya vê demokrasiyê mezin bibû. Di demek wiha de Serokkomarê Tirk Erdogan dawî li diyaloga bi Ocalan re anî û welat veguherand girtîgeheke nû. Bi dawîkirina pêvajoyê re DAÎŞ û El Nûsra êrîşî Roajva kir, bi vî awayî polîtîkaya dijminahiya li Kurdan derket derveyî sînorê Tirkiyeyê.

‘DAXWAZ JI BO HER KESÊ NE’

Divê raya giştî vê yekê baş bizane ku em ji jiyanê hez dikin ku mîna demekê weke Gandhî, di şer û qetlîaman de ji bo hê zêdetir mirov nemirin, ketine grevên birçîbûnê. Greva birçîbûnê ne tenê ji bo Gelê Kurd heman demê ji bo gelên Rojhilata Navîn, ciwan, jin, rojnamevan û akademîseyan ne.”

Koç ê diyar kir ku raya giştî her çendî tîne ziman ku li gel daxwazên van mirovan in jî, lê zêdetir cih dide têkiliyên siyasî, aborî, leşkerî û dîplomasî yên Tirkiye û Elmanyayê.

HIKÛMETA ELMAN DIVÊ BIYARA MPKE’YÊ BIXE MERYETÊ

Di nameyê de hate diyarkirin ku divê Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) di cih anîna pêşnûmepirsa li dijî tecrîdê ya 22’yê Çileyê ya li Elmanyayê girtî bixe meryetê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi erk û rol be. Koç di nameyê de got: “Hikûmeta Federal a Elman a ji jiyana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê berpirs in, divê hewldanên wan zêde bibe, polîtîkayên xwe yên Kurd ji bo çareserkirina pirsa Kurd a li Tirkiyeyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê de bikar bîne.

 ‘TEVÎ HEMÛ XETERIYAN HETA DAXWAZ BI CIH WERIN WÊ BIDOME’

Di nameyê de bal kişand ser rewşa 8 çalakvanên ku di roja 59’an de giran bûye û ev bang kir: “Tevî hemû xeteriyan jî heta mafê mirovan bikeve bin ewlekariyê û daxwazên me bên bicihanîn wê çalakiya me bidome. Banga me ji bo siyasete Elman; ji bo astengkirina mirinan, pêkanîna daxwazna, divê ketina tevgerê ya mutleq bikeve dewreyê.”

BANGA KETINA TEVGERÊ YA JI BO RAYA GIŞTÎ, HIKÛMET Û SAZIYAN

Di dawiya nameyê de ev bang li raya giştî ya Elman hate kirin: “Tişta em ji raya giştî ya Elman dixwazin ew e ku; bibe amûrek ya gihandina daxwazên me û piştevanî bike û bi vî awayî hikûmeta Elman û hemû saziyên berpirs bixe nava liv û tevgerê.”