Çalakvanên bêîteatiya sivîl: PKK gelê Kurd bi xwe ye
Kurdistaniyên ku li Londonê beşdarî çalakiya 'Delîst PKK'ê’ bûn û hatibûn binçavkirin, diyar kirin ku PKK gelê Kurd bi xwe ye û peyama ew ê her tim bêjin 'Bijî PKK' dan.
Kurdistaniyên ku li Londonê beşdarî çalakiya 'Delîst PKK'ê’ bûn û hatibûn binçavkirin, diyar kirin ku PKK gelê Kurd bi xwe ye û peyama ew ê her tim bêjin 'Bijî PKK' dan.
Kurdistaniyan ku li dijî kirina PKK'ê ya di lîsteya rêxistinên qedexe de nerazîbûn nîşan dan, dawiya hefteyê li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya li qada Hyde Park a Londonê bi alên PKK'ê çalakî lidar xistin.
Beşdarên çalakiyê bang li Elmanya û YE’yê kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û dawî li pêkanînên qirkirinê yên li ser Kurdan were anîn, xwestin PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên qedexe” bê derxistin.
Lê belê polîsên Brîtanyayê çalakger bi hinceta ku ala PKK'ê hilgirtine binçav kirin û piştî agahiyên nasnameya wan girtin, serbest berdan.
Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûn, li ser armanca çalakiyan û çima divê PKK’ê ji lîsteyê bê derxistin, ji ANF'ê re axivîn.
'ESLÊ ME PKK YE'
Mustafa Amed ê ku bi hilgirtina ala PKK’ê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anî û hate binçavkirin got: “PKK’ê heta niha ne terorîst bû û ji niha û pê ve jî dê weke terorîst nayê dîtin. PKK’ê ji bo mafên gel û neteweya xwe têdikoşe. Divê gelê Kurd eslê xwe înkar neke. Eslê me PKK ye. PKK’ê û gerîla ji bo gelê xwe şer dikin. Tu PKK’yî ji bo berjewendiyên xwe şer nake û nekiriye. Yên PKK’ê qedexe dikin bila bizanibin ku nikarin vîna gelan qedexe bikin. Em ê gotina 'Bijî PKK’ê' bidomînin û daxwaz bikin ku demildest PKK’ê ji vê lîsteya qedexe bê derxistin."
Yek ji çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê Kawah Mehabad, jî diyar kir ku PKK gel e û gelek nabe terorîst û got, “PKK’ê li dijî înkar û dagirkeran şer dike û têdikoşe. Tevgereke ku li dijî faşîzmê têdikoşe û gelê xwe li dijî wê diparêze, ji ber vê hûn nikarin bibêjin terorîst. PKK gelê Kurd bi xwe ye. Di şer de bi hezaran zarokên gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Elman gelek mîna terorîst îlan dike û vîna gel qedexe dike. Divê demildest ev qedexe bê rakirin û ji lîsteyê bê derxistin.”
PKK’Ê VÎNA GELÊ KURD E
Ji çalakgeran Ako Mahabad, diyar kir ku qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK'ê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku PKK’ê û gelê Kurd yek e û got ku ev yek li dijî gelê Kurd sûcê mirovahiyê ye.
Ako anî ziman ku PKK’ê gelê Kurd e û divê demildest ji lîsteyê bê derxistin.
Cameran Şwanî yê ji Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê polîsên Brîtanya ve hat binçavkirin jî da zanîn ku PKK’ê azadiya gelan dixwaze û tevgereke humanîst e û got: “PKK’ê tevgereke ku li çar parçeyan ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe; û xwedî bi milyonan sempatîzan û welatparêzan e. Em îro li vir in ku vê yekê îfade bikin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane çareser bibe divê dewleta Elman û Yekîtiya Ewropa PKK’ê ji lîsteya qedexeyê derxe. Lê xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker an jî dewleta Îranê dike. Ji ber ku ev dewlet li ser gelê kurd komkujiyan dikin û şerê jenosîdê li kurdan dikin. Binêrin, eger Elmanya û Ewropa dixwazin aştî li Rojhilata Navîn pêş bikeve, divê PKK’ê ji lîsteyê derxin û ji bo Rêber Apo azad bibe divê zextan bike.”
Nivîskar Alî Poyraz, jî diyar kir ku li gelek deverên cîhanê Kurdan 30 sal berê PKK'ê kirina nava lîsteya rêxistinên qedexe protesto kirin û wê bidomînin û got, "PKK’ê nûnerê rewa yê gelan e. Divê Elmanya û Ewropa dev ji krîmînalîzekirina gelan berdin."