Çalakiyên piştevaniya bi Rojava re didomin

Li paytexta Stockhol a Swêdê di saetên şevê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hate protestokirin. Di çalakiyan de welatiyên ji Şîliyê jî piştevanî kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê her şev li Qada Sergel kom dibû, dagirkerî protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepa li qadê axivî û mînakên berbiçav ê sûcên şer ên dewleta Tirk anî ziman û ew tehşîr kir.

Di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku li dijî Kurdan çekên kîmyewî tê bikaranîn. Têkildarî vê daxwaz ji NY û YE’yê kir ku guşaran li ser Tirkiyeyê bikin.

Xelkê Şîliyê jî piştevaniya çalakiyê kir û peyamên girêdana bi Rojava re anîn ziman. Ciwana ji Şîlî Charlîe Kapoz Vegas a di çalakiyê de axivî diyar kir ku dijminên gel ên hevpar faşîzim û dîktatorin û got: “Ji bo siberoja gelan em li gel Kurdna weke gelekê bi hev re têkoşînê dikin.”

Jorge Cantreres ê ji Şîliyê bersiva pirsên ANF’ê da got: “Em bi dehê salan e ji bo gelê Kurd dewleta xwe ava bikin, piştevaniya têkoşîna wan dikin. Em li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Piştevaniya Kurdan dikin.

Adolfo Ramîrez jî got: “Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye. Em û ew jî ji bo jiyanek wekhev û sosyalîst têkoşînê dikin. Ji bo vê divê em bi hev re têbikoşin.”