Çalakiyên li Ewropa: Bila statuya xweseriyê ya Şengalê bê naskirin- HAT NÛKIRIN

Kurdistanî û dostên wan ên ku qirkirina li Şengalê hatî kirin protesto kirin, îşaret bi xeteriya li ser Şengalê dewam dike kirin û wiha gotin: “Heta ku statuya Şengalê bi awayek fermî neyê qebûlkirin, wê her tim di xeteriyê de be.”

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya Qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an a ku DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê li Şengalê pêk anî, çalakiyên protestoyî û merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

LÎMASOL

Bi wesîleya Qirkirina Şengalê di salvegera 8’emîn de, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Qibrisê meş û mîtingek hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên YPJ, YPG, HPG, YBŞ û PKK’ê hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bimre xiyanet”, “dewleta Tirk a faşîst” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.

Meş li ber Şaredariya Lîmasolê veguherî mîtingê.

Mîting di şexsê Egît Civiyan de ji bo bîranîna qurbanên fermanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre jina aktîvîst Fatma Temel axaftinek kir. Fatma diyar kir ku Qirkirina Şengalê di heman demê de qirkirina jinê ye û tekez kir ku yên ku li Şengalê hewl dan gelekê tune bikin, bersiva pêwîst ji jinên Kurd ên leheng girtin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan jî daxuyaniyek bi zimanê Kurdî xwend.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

PARÎS

Li Parîsê ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê mîtingek hat lidarxistin.

Mîting ji bo bîranîna şehîdên Şengalê û hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axivî û bi bîr xist ku zarokên Kurdistanê yên egît Şengal parast û got, Şengal xaka Êzidiyan e.

Girseyê bi çalakiya rûniştinê qirkirin protesto kir û peyama “Divê demildest statuya xweseriyê ya Şengalê bê naskirin” dan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û tilîliyan bi dawî bû.

BORDEAÛX

Fermana Şengalê li bajarê Bordeaûx a Fransayê hat protestokirin. Girse li qada Place Vîctoîre hat ba hev û belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

KOPENHAG

Êzidiyên ku beriya 8 salan li Şengalê hatîn qetilkirin, li paytext Kopenha a Danîmarkayê hatin bîranîn.

Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê ya Danîmarkayê ve hatî organîzekirin de, qurbaniyên Fermana Şengalê hatin bîranîn.

Têkildarî qirkirinê broşur hatin belavkirin, panartên ku fermanê teşhîr dikin hatin hilawêstin.

Di çalakiyê de qala xeteriya ku li ser Şengalê dewam dike hat kirin û wiha hate gotin: “Heta ku statuya gelê Şengalê bi awayek fermî neyê qebûlkirin, wê Şengal her tim di xeteriyê de be.”

Di dawiya çalakiyê de banga xwedî derketina li Şengalê hat kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê qirkirina li ser civaka Êzidî di sala 8’an de hate protestokirin. Di çalakiya ku li Stephansplatzê ku cihê turîstîk ê bajêr e hat lidarxistin de, ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.