Çalakiya rûniştinê ya li ber NY’yê, berdewam e

Çalakiya rûniştinê ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam dike.

Di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye“ de ji 25’ê Çileya sala 2021’ê heta bi niha Kurdistanî her roja Çarşemê li Place des Natîons ku avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, çalakiya rûniştinê li dar dixin. Di çalakiyê de, ji bo bi deh hezaran kesên di erdheja li Mereşê de jiyana xwe ji dest dane û Şehîdên Doza Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy anî ziman ku birîna mexdûrên erdhejê ji aliyê rêxistinên rêxistinkirî ve bi qismî be jî tê kewandin û bang kir ku bila alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin.

Atasoy bi bîr xist ku ji ber felaketa erdhejê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku bi polîtîkayên tifaqa AKP-MHP ya faşîst xisara erdhejê yekcar zêde bûye.

Atasoy diyar kir ku erdhej jî rabû dewleta Tirk dîsa li bombekirina çiyayên Kurdistanê dewam kir û wiha got: “Dewlet, li pêşeroj û hebûna xwe, bi rêya îmhakirin û qirkirina Kurdan dewam dike. Bi vê erdhejê cardin xuya bû ku em birêxistinbûna xwe biparêzin û berxwedana geş bikin, wê Kurd azad bibin.“