Çalakiya piştgiriyê ji bo jinên Efganistanê

Bi armanca piştgirîdayîna ji bo jinên Efganîstanê li bajarê Stockholma Swêdê çalakiyek hat lidarxistin.

Li ser banga Civaka Jinên Rojhelatê Kurdistanê (KJAR) û Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E) li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo piştgîriya bi jinên Efganî yên di bin zilma Talîban de ne, çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî danê êvarê saet 18:00'an li Meydana Sergelstorget a li navenda bajar bi beşdariya hejmarek ji jinên Kurd û her wiha hin rêxistinên azadîxwaz û alîgirên demokrasiyê yên Efganî pêk hat.

Di çalakiyê de li gel pankartên ku li ser wan wêneyên zext û zora Talîbanan a li ser jinan hebû, gelek alên KJAR û TJK-E jî hatibûn hildan. Li wir bang hat kirin ku bila tu dewlet fermiyeta Talîbanê nas nekin û zilma ku li ser jinan tê kirin, ji nedîtî ve neyên.

Çalakvanan bê navber dirûşmeyên ”Talîban û Erdogan heman kes in” û ”Çi Kabûl, çi Tehran, heman cih in” hatin berzkirin.

Her wiha ji bo şermezarkirina êrişên hovanê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, bang li Kurdistaniyên li Swêde hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê roja Înê seet 12:00'an li ber sefareta Tirkiyê ya li Stockholmê pêk bê bibin.