Çalakiya li pêşiya Parlamenta Ewropayê: Bêdengî dikuje!
Li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê di hefteya 4’an de didome.
Li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê di hefteya 4’an de didome.
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PA) ya bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteya 4’an de didome.
Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewroayê (TJK-E) û Kongreya Cviaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) ve tê lidarxistin û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi girseyî beşdarî çalakiyê dibin. Di alakiyê de ji bo rakirina tecrîdê bang li Konseya Ewropa û CPT hate kirin ku gavan bavêje.
KOMÎTEYA ÇANDÊ LÎSTIKA ŞANOYÊ LIDARXIST
Di roja duyan a çalakiya li pêşiya PA’yê de Komîteya Çandê ya ji ciwanan pêk dihat lîstika şanoyê lidarxist. Di hefteya 4’an a çalakiyê de, di lîstika şanoyê de çalakiya Ûgûr Şakar ê ku li Elmanya li dijî bêdengiyê agir berdabû bedana xwe û girtiyên siyasî yên li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiyên fedayî kirin hate nîşandan. Di lîstikê de hate gotin ku ji bo mirinên din çêneb banga serhildanê li gelê Kurd hate kirin.
BÊDENGÎ HATE PROTESTOKIRIN
Di lîstika şanoyê de hate gotin ku bêdengî dibe sedemê mirînan û hate diyar kirin ku saziyên Ewropayê li beramberî çalakiyan rolê 3 meymûnan dileyze.
Piştre hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê stranên şoreşê strin û çalakî seat 17:00’an wê bidawî bibe.