Çalakgerên Strasboûrgê: Em ê bi ser bikevin

Greva birçîbûnê ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Strasboûrgê di roja 15’an de didome. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Agît Ûral û Denîz Surgut peyama; “Em ê serbikevin” dan.

Greva birçîbûnê ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê di roja 15’an de ye. Her roj bi dehan kes serdana çalakiyê dikin û çalakgeran gotin; “Em ê çalakiyê bi serketinê tacîdar bikin.”

Çalakgerê bi navê Denîz Surgut wiha got; “Sala 2019’an wê ji bo gelê Kurd bibe sala geşkirina têkoşînê. Serî de sala nû li Rêber Apo, hemû hevalên ku li eniyên berxwedanê li dijî faşîzmê têdikoşin, berxwedêrên li zindanan û hemû gelê Kurd pîroz be. Çalakiya me ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 14’an de ye. Çalakiya me bi coş û morelekî mezin didome. Baweriya me pê heye ku em ê serkevin, bi teqez em ê serketinê bidestxistin û em hay ji vê hene. Em ê çalakiya xwe bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vî bingehî em sala nû li hemû gelê xwe pîroz dikin, bi baweriya ku em ê serkevin em dibêjin ‘Bijî Serok Apo’.”

ÛRAL: DIVÊ EM SALA NÛ BIKIN SALA AZADIYÊ

Çalakgerê greva birçîbûnê Agît Ûral jî wiha got; “Serî  de em gelê  Kafkasya û Ewropa silav dikin. Sala 2019’an pîroz be. Bi bawerin ku sala nû aşitî, wekhevî û biratiyê bÎne. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin divê bê geşkirin û serketin bidestxistin. Divê hemû kes di nava pêvajoyê de cih bigre û têbikoşe. Divê em fersendên dikevin destan winda nekin. Divê em sala 2019’an de xeletiyên sedsala 20’an enkin. Divê em vê salê bikin sala serketinê.”