Çalakgerên greva birçîbûnê peyam dan ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî nebe ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.
Di roja 5’an a çalakiyê de ji çalakgerên grevê Latîf Cebe ji ANF’ê re axivî û got pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê gelek girîng e.
Cebe bi domdarî got; “Dewleta Tirk û emperyalîst vêya dizanin û ji bo wê tecrîdê li ser Ocalan pêk tînin. Çi dibe bila bibe em ê li gel serkê xwe bin. Tecrîd wê were şikandin û em ê serbikevin.”
Ji çalakgerê greva birçîbûnê yê Asûrî-Suryan Yaşar Kuçukaslan jî got dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan re dixwaze hemû pêkhateyên muxalîf bêdeng bike, lê gelê Kurd, Asûrî-Suyran û gelên bindest destûra vêya nade.
Kuçukaslan bal kişand li ser qirkirina 1915’an a Ermenî, Asûrî-Sûryan û Rumên Pantûnsê û got; “Niha dewleta Tirk li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê pêk tîne. Li Bakurê Kurdistanê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd opersayonên qirkirina siyasî dike. Dixwaze sîstema Rojava ku gelê Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan û gelên din bi hevre di nava biratiyê de dijîn tune bike. Tecrîdê li ser damezrînerê felsefeya sîstema Rojava rêzdar Ocalan pêk tîne.”
Kuçukaslan diyar kir ku dewleta Tirk politîkaya înkarê ya Îttîhat û Terakkî diomîne û got; “Di roja me de polîtîkayên qirkirin û înkarê li ser gelê Kurd, jin, sosyalîst û hemû hêzên li dijî faşîzmê liberxwe didin, pêk tê. Em ji bo wê di greva birçîbûnê de ne û heta tecrîd neyê şikadin têkoşîna me wê bidome.”