Çalakgerên jin çûn serdana berxwedêrên Strasboûrgê

Endamên Jinên Ciwan ên Azad çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê de di greva birçîbûnê de ne.

Li Strasboûrgê çalakiya 14 kesan a greva birçîbûnê di roja 78’an de didome. Ji gelek welatên Ewropayê gelek kes tên serdana çalakgeran.

Sê jinên ku endamên Jinên Ciwan ên Azad in ji bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Jinên bi navê Solîn, Lorîn û Amara albuma wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê dan çalakger Denîz Surgut.

Solîn Gul diyar kir ku ew ji Elmanyayê hatine û divê gelê Kurd deng bidin van çalakiyan.

Li ser navê çalakgeran Denîz Surgut jî got ku, vê serdana gel coş û moral dide wan û piştgiriya ciwanên Kurd a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, gelekî girîng e.