Çalakgerên greva birçîbûnê: Ji bo şikandina tecrîdê werin berxwedanê
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakgeran ji bo şikandina tecrîdê banga berxwedanê kirin.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakgeran ji bo şikandina tecrîdê banga berxwedanê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê hatibû destpêkirin. Nûnerên PYD’ê yên li Ewropayê, rêveber û endamên PYD’ê yên Swîsreyê û meclîsên gel ên bajarên Stûttgart, Mannheîm û Esslîngen ên Elmanyayê û yên bajarên Marsîlya û Bordeaûx ên Fransayê hatin serdana çalakgeran.
Di serdanan de hate diyarkirin ku divê gel li her derê dakevin qadan.
Çalakgeran diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê çalakiyên cihê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê werin lidarxistin.