Çalakgerên Cenevreyê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî ku li Cenevreyê ye, berdewam e. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê li ber avahiya NY’yê ku li Cenevreyê ye berdewam e.

Çalakî, di şexsê şehîd Ebû Leyla de ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Çalakiya rûniştinê li dora konê li Qada Natîonsê hat lidarxistin. Gava çalakiyê, gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kesên li der û dorê tên belavkirin.

‘NABE KU MIROV XWE LI NEDÎTINA DAXWAZA GEL DEYNE’

Di daxuyaniya çapemeniyê de, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) Mehmet Latîf Çelebî bal bir ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Çelebî anî ziman ku armanca bi nobeta li ber Konseya Ewropayê ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ye û çalakiya rûniştinê ku li ber li NY’yê tê lidarxistin, azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: ‘’Zêdeyê 27 mehan e ku haya gel ji Rêbertiya xwe nîn e, nabe ku mirov xwe li nedîtina daxwaza gelekî deyne. NY, KE, rêxistin mafên mirovan û CPT û saziyên xwe li nedîtina mafên Kurdan datînin, divê bi erka xwe rabibin. Heta haya me ji Rêbertiya me çêbibe, em ê û Rêbertî azad bibe, em ê berpirsyariya van saziyan bi bîra wan bixin û li qadan bin.”

Piştî axavtina Çelebî, gel dirûşme berz kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kir.