Çalakgerê greva birçîbûnê Yûsûf Îba tedawî red kir

Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê berxwedêrê greva birçîbûnê yê Yûsûf Îba yê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de ye, tendirustiya wî xerab bû. Îba rakirin nexweşxaneyê û Îba tedawî red kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yûsûf Îba jî 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Îba îro ji ber serêş û verişandinê rakirin nexweşxaneyê. Îba tedawiya li nexweşxaneyê red kir û diyar kir heta ku tecrîd neyê rakirin wê tedawiyê red bike û çalakiya xwe bidomîne.

Îba berê jî 4 caran rakiribûn nexweşxaneyê û Îba her carê tedawî red kiribû û çalakiya xwe domandibû.