BI DÎMEN

4’ê Nîsanê li Strasboûrg û Sydneyê hat pîrozkirin

Li Strasboûrg û Sydneyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa û bajarê Sydney ê Awûstralya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan a Zîn ve hat organîzekirin, li qada ku NobeTa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 12 sal in didome, hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên şoreşa cîhanê bi taybet şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir, Endama Înîsiyatîfa Jinan a Zîn Helena Dersim axivî. Helena Dersim ku bi gotina “Rojbûna Rêberê me pîroz be” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e. Rêberê me hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna me feda kir. Rojbûna wî di heman demê de rojbûna ji nû ve şiyarbûna gelê ku hebûna xwe ji bîr kiriye."

Helena Dersim bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Zêdetirî 3 sal in em ji Rêberê xwe agahî nagirin. Şikandina vê bêdengiyê azadkirina Rêberê me peywira bingehîn a her Kurdekî ye.”

‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ ME ÇALAKIYÊN XWE GEŞ BIKIN’

Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Sîdar Amedî ku beşdarî pîrozbahiyê bû, diyar kir ku wî di 3'ê Adarê de bi kurê xwe Mazlum Îçli ê di Doza Komploya Kobanê de cezayê muebbetê girtiye re hevdîtin pêk aniye û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Amedî wiha got: “Îro rêhevalên me yên li girtîgehê ji bo azadiya Rêberê xwe û şikandina tecrîda li ser Rêberê me di greva birçîbûnê de ne. Divê em ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên xwe mezin bikin.”

Di pîrozbahiyê de diyarî ji bo zarokan hatin dayîn û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Şahî bi kilamên ji aliyê Hunermend Sîdar Amedî ve û govendê bi dawî bû.

SYDNEY

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney ê Awûstralyayê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) bi çalakiyek girseyî hat pîrozkirin.