15’ê Tebax li Solothûrnê hate pîrozkirin
Ciwanên Kurd li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Ciwanên Kurd li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad li navenda Civaka Kurdistanê ya Demokratîk (NCKD) pîrozbahî di kesayeta Egîd (Mehsûm Korkmaz) hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqeyek rêz hate destpêkirin.
Piştî peyam Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo xurtkirina têkoşînê ya ji bo Kurdistaniyên Ewropayê şandibûn hate nîşandan û şûnde, sînevîzyona ku têkoşîna 15’ê Tebax a bi pêşengtiya Korkmaz destpêkiriye hatibû amadekirin hate nîşandan.
Pîrozbahî bi axaftinên nûnerên FEDA Swîsre dewam kir. Her wiha aktivîstê Tevgera Azadiya Kurd Dersim Mûnzûr jî axivî. Mûnzûr got: “Bi pêngava berxwedana 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandar Egîd de hatibû destpêkirin kir ku nasnameya xweser a Kurd bê erêkirin. Îro Tevgera Azadiya Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê pêl bi pêl mezin dibe û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bûye yekane hêviya gelên hejar. Ya dikeve ser milê me em ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê bilind bikin vegerînin serkeftinê.
Piştî axaftinan û şûnde pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.