Xelata Nobelê ya Kîmyayê gihişte 3 lêkolîneran

Akademiya Kraliyetê ya Swêdê, Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2018’an li 3 kîmyageran parve kirin.

Nîva Xelata Nobelê ya Kîmyayê ji bo Frances H. Hronld a Amrîkî, nîva din ji bo George P. Smîth ê Amrîkî û Gregory P. Wînter ê Îngilîz re hatin dayîn. Her sê lêkolîner jî bi xebatên xwe yên lis er enzîm û antîkorê hêjahî xelatê hatin dîtin.

Goran Hassaon ê merasîma xelatê bi rê ve dibir got: “Bi saya wan em ê hê zêdetir bibin xwedi bi ewle û kîmyayeke ekolojîk.”

Akademiya Kraliyetê ya Swêdê bi saya lêkolînê van kîmyageran ji bo enzîm di pêvajoyeke kîmyawî de bên bikaranîn wê alîkar be. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Êdî mimkune ku di rêjeyekî pir kêm de jî be antîkarbon bê bikaranîn.”