TEV-ÇAND û NÇR: Divê her kes li dijî cezayê darvekirina hunermend Tomac Salihî rabin

TEV-ÇAND Û NÇR’ê cezayê darvekirinê ya ku dewleta Îranê li hunermend Tomac Salihî birî, şermezar kirin û bang li her kesê kirin ku li dijî vê cezayê rabin ser piyan.

DAXUYANIYA TEV-ÇAND Û NÇR’Ê

Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê (NÇR) û Tevgera Çandê TEV-ÇAND li dijî cezayê darvekirinê ya ku dewleta Îranê li hunermend Tomac Salihî birî, daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:

“Em weke TEV ÇAND a Kurdistanê ya Ewropa û Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê ya Ewropa (NÇR) biryara cezayê darvekirinê ji bo hunermendê Bextiyarî Tomac Salihî ku ji hêla dewleta Îranê ve hatiye zîndanîkirin şermezar dikin û daxwaz li saziyên navnetewî û civaka navnetewî dikîn ku dengê nerazîbûnê bigihînin astê herî jor.

Weke tê zanîn di destpêka şoreşa Jin Jiyan Azadî de ku li îranê hat destpêkirin, gelên îranê bi navê Jin Jiyan Azadî dest bi şoreşa azadiya jinê kirin û ew şoreş dengvedanek zêde bi xwe ra anî. Dewleta îranê jî bê rawestan dest avêt xwîna gelên îranê.

Hejmarek zêde ji hunermend, rewşenbîr, çalakvan û kesên navdar hatin binçavkirin û hejmarek zêde jî hatin kuştin ji hêla dewleta Îranê ve. Li hundir û ji derve gel rabû ser piyan û li hember zorî û zextên dewleta meleyan û her qad bû qada serhildanê. Tomac Salihî hunermendê ciwan yê Bextîyarî, weke sembola nerazîbûnan li Îranê hate nasandin û ji bo ciwanan bûye hêz. Lê ji aliyê dewleta Îranê ve hat binçavkirin û niha jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn! Em weke TEVÇAND û NÇR bang li hemû saziyên siyasî, civakî û çandî dikin ku bila dengê xwe bigihînin her derê da ku ev cezaya dermirovî li ser Tomac Salihî were rakirin. Ji ber ku eger rê ji vê cezayê re bê dayîn, wê Hunermend Saman Yasîn û gelek kesên din jî werin darvekirin.

Dewleta Îranê ji bêdengiya civaka navdewletî û saziyên mafên mirovan cesaretê digire.”