Xalîçeyên Wan û Colemêrgê hê jî hêja û bi qîmet in

Xalîçeyên navbera ên Wan û Colemêrgê, ku berhema hezaran salî ya çanda hevpar a Kurd, Ermenî û gelên din e, ligel polîtîkayên neyînî yên dewletê jî, nirx û qîmeta xwe diparêzin.

Xalîçeyên Wan û Colemêrgê ku li cîhanê nav daye, hê di dma pêşiyên Kurdan Hûrriyan de dihatin çêkirin. Taybetmendiya herî girîng a van xalîçeyan ew e ku bi keda destan tê çêkirin û ji aliyê çandî ve gelekî dewlemend in. Xalîçeyên li herêma Wan û Colemêrgê tên çêkirin, bi qasî 50 celebên xwe hene. Her celebek jî taybetmendî û navekî xwe heye. Teknîkên xwe yên taybet hene ku bi vî rengî qîmetê xalîçeyên Wan û Colemêrgê zêde dike. Xalîçe bi çar rebazên tevnê tên hûnandin. Navê van rêbazên tevnê jî; Zîllî, Duz, Sûmak û Cîcîm e. Taybetmendiyeke din a van xalîçeyan jî nexşên li ser in. Nexşên geometrî, heywan, giha, ol û çandî.

AMADEKARIRINA XALÎÇEYEKÊ HERÎ KÊM MEHEKÊ DEWAM DIKE

Taybetmendiyên xalîçeyên Wan û Colemêrgê ne tenê ev in. Her celebê xalîçeyekê navekî xwe heye. Mîna Canbezar, Gulhazar, Luleper, Gulsarya, Şehvanî, Gulgever û Xalîtbeg gelek navên xwe hene. Xalîçeyên Wanê weke nirxê hevpar ê gel û eşîrên bi hezaran salan li herêmê weke koçeran jiyane û bi sewalkariyê re mijûl bûne, derdikevin pêşiya mirovan. Li herêma Colemêrgê Nastûrî, li herêma Wanê jî nexşên Kurd û Ermenî derdikevin pêş. Çêkirina xalîçeyên Wan û Colemêrgê ji qonaxên cuda pêk tê. Çêkirina her xalîçeyê herî kêm mehekê dewam dike.

TENÊ 5 KARGEH MANE

Berê, hema hema li her malê tevneke xalîçeyê hebû. Îro tenê çend kargehên vî karî dikin mane. Eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, dibe ku xalîçeyên Wan û Colemêrgê nemînin. Di nava 3 salên dawî de ji ber nehatina tûrîstên xwecihî û biyanî ji bo herêmê û rûdana şer, kir ku eleqeya ji bo van xalîçeyên kevnar kêm bibe. Sala 2010'an li Wanê bi qasî 50 kargehên xalîçeyan hebûn. Lê îro ev hejmar daketiye 5'an. Sedemeke din a kêmbûna eleqeya ji bo xalîçeyên Wan û Colemêrgê jî, kêmbûna hûnandina xalîçeyan ji ber teknolojiyê ye. Gelek celebên xalîçeyan ji ber ku îro nayên çêkirin, tine bûne. Xalîçeyên Herkî, Dîzey, Diyarî yên li Colemêrgê û xalîçeyên Ermenî yên berê li Wanê dihatin çêkirin, êdî nema tên çêkirin.

DÎROK, HUNER Û ÇANDA HERÊMÊ NÎŞAN DIDE

Firoşkarên xalîçeyan jî dibêjin, ku eleqeya ji bo xalîçeyên Wan û Colemêrgê li gorî dema bihurî kêm bûye. Firoşkar destnîşan dikin, ku xalîçeyên Wan û Colemêrgê dîrok, çand û hunera herêmê nîşan didin û gotin, "Ji ber bûyerên li herêmê diqeiwmin, tûrîstên xwecihî û biyanî nayên Wan û Colemêrgê. Ji xwe tûrîstên dihatin Wan û Colemêrgê, teqez xalîçe dikirîn. Ji ber ku êdî tûrîst nayên, eleqeya ji bo xalîçeyan jî kêm bû. Ji bo qîmeta xwe winda neke, divê tedbîr bên girtin. Ji ber ku xalîçeyên Wan û Colemêrgê yên li cîhanê deng daye, nirxekî herêmê ne."