Têkiliyên Îran û Pakistanê xera dibin

Piştî ku hin komên li nava Pakistanê li Îranê êrîş pêk anîn, lîderên her du welatan bi rêya telefonê pêwendî bi hev re danîn û hewl dan pirsgirêkê çareser bikin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokwezîrê Pakîstanê Îmran Han bi rêya telefonê bi hev re axivîn.

Hasan Rûhanê got, "Divê em hewl bidin ku dostaniya me ya ji zûdeyî, nebe qurbaniya karên rêxistinên terorî. Em zanin bê ev rêxistin ji aliyê kê ve tên fînansekirin û ji kê hêzê digirin. Divê em destûrê nedin ku welatekî sêyemîn têkiliyên navbera Îran-Pakistanê xera bike.

Niha gelek caran em bûn hedefa êrîşên terorîstên li nava xaka Pakistanê ne. Lewma em amade ne ku li dijî terorîzmê bi hikumet û artêşa Pakistanê re hevkariyê bikin. Hebûna terorîstan a li Pakistanê di her kêliyê de dibe ku zerarê bide têkiliyên navbera her du welatan."

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han jî got, "Hikumet û artêşa me, ji bo tinekirina teorîstan wê bi hemû hêza xwe tevgerin û ji bo komên terorîst ji nava Pakistanê êrîşî nebe welatên cîran, bi taybetî êrîşî Îranê neke, wê hewl bide.

Em gelekî nêzî stargehên terorîstan bûn. Di demeke kin de wê em ê agahiyeke baş bidin îranê li ser mijara terorîstan."

Îmran Han bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Tehran-Îslamabadê û got, "Hêvîdar im ez ê karibim di demeke kurt de biçin serdana Tehranê."