Rayedar, îstîsmara zayendî ya mamosteyê li Erdîşê dinixumînin

Li navçeya Erdîş a Wanê, piştî eşkerebûna îstîsmara zayendî, rayedar hewl didin bûyerê binixumînin.

Li navçeya Erdîş a Wanê, mamosteyekî zaroka bi navê H.Ç. îstîsmar kir. Midûrê Perwerdeya Milî ya Navçeyê Erol Şîmşek der barê vê îstîsmara zayendî de gotineke sosret bi kar anî û got, "Bûyereke bê mezinkirin nîne. Mamosteyê xwendekara me, tenê  bi destê xwendekara xwe girtiye. Ev yek şaş hatiye fêhmkirin."

Li Dibistana Seretayî ya Neşe Horasan a li taxa Keklîkova ya navçeya Erdîş a Wanê, xwendekara 12 salî H.Ç. bû hedefa êrîşa îstîsmara zayendî ya alîkarê midûr M.D. Dema ku mamosteya jin a li vê dibistanê ev îstîsmar dît, Alîkarê Midûr M.D. hate binçavkirin.

Tê gotin, M.D. berê jî bi çavê nebaş li zarokên xwendekar dinêrî, bala wî timî li ser H.Ç. bû û mamosteya jin ev yek dîtiye. Herî dawî, M.D. destdirêjî li H.Ç. kir û li ser ve yekê agahî ji jendemeyan re hate dayîn. Jendermeyan jî ev kes binçav kirin.

MIDÛR DI DESTPÊKÊ DE ÎNKAR KIR, LÊ DEMA CIH LÊ TENG BÛ, QEBÛL KIR

Ji ber vê îstîsmarê, bi rêya telefonê em li Midûrê Şaxê Perwerdeya Milî ya Erdîşê Erol Şîmşek geriyan. Şîmşek di destpêkê de bûyer înkar kir û îdîa kir, ku îdîayên tên kirin bêbingeh in. Li ser vê yekê me bal kişand ser şahidan û destwerdana jendermeyan a li bûyerê. Şîmşek ê ku cih lê teng bû, vê carê bûyer piştrast kir û anî ziman, ku wan der bare mijarê de lêkolîn dane destpêkirin.

'BILA KES BÊ NEHESE, WÊ NAVÊ WELÊT BI NEBAŞÎ DERKEVE'

Şîmşek nema karî rastiyê înkar bike û wiha dewam kir: "Ya rast, bûyer ne bûyereke bê mezinkirin e. Mamosteyê xwendekara me, tenê  bi destê xwendekara xwe girtiye. Ev yek şaş hatiye fêhmkirin. Ji kerema xwe bûyerê mezin nekin, ku navê welêt bi nebaşî dernekeve. Ji xwe ya pêwîst çi be, tê kirin."

Nerazîbûna li hemberî vê bûyera sosret li navçeyê zêde dibe. Tevî vê nerazîbûna gel jî, qeymeqamê li Erdîşê Mehmet Şîrîn Yaşar hê bêdeng e.