Qirêjiya li Deryaya Bakur êdî mirov ditirsîne

Gelaşên plastîk û hwd. ku diçine ser deryayê dibe sedem ku zindiyên deryayê tine bibin. Hate ragihandin ku ev taloke li Deryaya Bakur zêdetir bûye.

Li eyaleta Niedersachsen a Elmanyayê ku peravên wê digigihijin Deryaya Bakur, li gorî raporeke ku Wezareta Hawirdorê amade kirî de hate gotin ku asta qirêjiya Deryaya Bakur hatiye rewşeke wiha ku êdî mirov ditirsîne.

Rapor, ji hêla Wezîrê Hawirê yê Eyaleta Niedersachsenê Olaf Lies ve hat eşkerekirin hat diyarkirin ku qirêjbûna Deryaya Bakur pir zêde bûye, lewma divê pêşî lê bê girtin. Di raporê de hat destnîşankirin ku li peravên Deryaya Bakur ji her 100 mîtroyî herî kêm 389 gelaş heye. 

Ji gelaşên ku xwe dayî peravan 90 ji 100’î gelaşên plastîk pêk tê û li gorî daneyên salên 2011-2016’an ti nîşane nînin ku wê rêjeya gelaş kêm bibe. 

Li gel Elmanyayê, peravên Îngilîstan, Hollanda, Belçîka û Danîmarkayê ya bi Deryaya Bakur re hene.