Pîşeyekî sedan salan ê li ber tinebûnê: Kurtankerî

Fîkret Dogan yek ji du kesên dawî ye ku li Mêrdînê karê kurtankeriyê dike. Dogan dibêje, ev pîşeyê bi destan ê sedan salî li ber tinebûnê ye.

Bi pêşketina teknolojiyê re pîşeyê bi destan roj bi roj tine dibin. Yek ji wan jî Kurtankerî ye. Kurtankerî ku di nava civaka Kurd de pîşeyekî bi destan ê sedan salan e, roj bi roj tine dibe. Li Mêrdînê tenê ku kes mane ku bi vî karî dibilin. Fîkret Dogan ê 40 salî yek ji wan e. Dogan li sûka Ga ya Mêrdîn a Kevn e. Fîkret Dogan diyar kir ku ji 7 saliya xwe ve ew vî karî dike û 30 sal in debara xwe bi vî karî dike. Dogan got, ew ji bavê xwe hînî vî karî bûye û niha jî dewam dike.

'JI BO HESP Û KERAN KURTANÊN CUDA ÇÊDIKIN'

Dogan li ser çêkirina Kurtanan got, "Berê di çêkirina kurtanan de text jî dihate bikaranîn. Lê niha bi kulav tê çêkirin û bi qamûş jî tê dagirtin. Ji bo hesp û keran kurtanên cuda tên çêkirin. Em du kes vî karî dikin. Eger em roja betlaneyê ji nav derbixin, di nava rojekê de ji bo ker kurtanekê û di nava du rojan de jî ji bo hesp dikarin kurtanek amade bikin. Em nikarin şagirtan jî perwerde bikin. Eger bên em ê perwerde bikin, lê ji ber ku karekî giran e kes zarokên xwe naşînin. Pîşeyeke ku hêzê dixwaze. Em dema berê û niha nikarin bînin ber hev. Jİ ber ku berê li vê dikanê 6-7 kes dixebitîn. Şagirt jî hebû. Lê niha ez bi tenê kar dikim."

'JI GUNDAN TÊN DIKIRIN'

Fîkret Dogan got ku ew ji bavê xwe hînî vî pîşeyî bûye û wiha dewam kir: "Ev 30 sal in bê navber vî karî dikim. Hê ez 7 salî bûm, ez ji bavê xwe hînî vî karîbûm. Niha jî pîşeyê bavê xwe didomînim. Ji bo vî karî sebir û hêz pêwîst e. Em parçeyên kurtanan ji Bedlîs, Riha û Osmaniyeyê tînin. Berê ji Amed, Êlih, Sêrt û Mêrdînê dihatin ji bo lawirên xwe kurtan dibirin. Niha tenê ji gundan tên dibin. Ji bo ker kutan bi bihayê 170 TL, ji bo hespan jî 200 TL ye. Em çi bikin, krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Eger wiha dom bike êdî ji gundan jî nayên kurtan nakirin."