Parka enerjiyê ya bayê ya li ser avê tê çêkirin

Li hêlekê ku ji kanên enerjiyê yên paqij derbarê hilberandina elektrîkê kar û xebat bi heman leza xwe têne kirin, li Skoçyayê ji kûleyên bayê parkên pir mezin ku li deryayê jî dikarin sûdê ji bayê wergirin têne avakirin.

Dest bi danîna Peterheadê hate kirin ku bi kêmanî wê elektrîka 20 hezar malî dabîn bike û bibe santrala enerjiyê ya herî berfireh a bayê ya li dinyayê.

Li santralê ku teknolojiya herî dawî ya bayê lê tê bikaranîn û bi Hywîndê tê zanîn, tê payin ku ji kûleyên bayê yên li trûbînan têne bikaranîn zêdetir enerjî were çêkirin.

Taybetmendiya herî sereke ya santralên nû jî ew e kul i şûna tûrbînên ku tenê li ser axê dihatin montekirin ji kûleyan têne çêkirin ku li ser şamandiran dikarin li ser avê bimînin.

Santral ji hêla şîrketa bi navê Stoîl hatiye avakirin û tûrbîna pêşî anîn li peravên bajarê Peterhead ê Skoçyayê, tê payin ku li rojên pêş me 4 tûrbînên dî li santralê werin danîn. Nêzî 190 milyon paud wê li projeyê biçin, tenê 5 kûleyên ku tûrbînên ba lê ne wê li kîlometre berfirehiyê belav bibin.

GIRANIYA BI 10  HEZAR TONÎ LI SER AVÊ BIKARIBE BIMÎNE

Her kûleya ku tûrbînên ba lê ne bi bilindahiya 175 metroî ne, tê gotin ev kûle bi giraniya 11 ton û 500 tonî ne. Li gel vê jî şamandariyên nehîte ku bi rengekî taybet hatine çêkirin wê bikaribin li ser avê bimînin. Baskên li ser kûleyan jî bi dirêjahiya 75 metroyî ne.

Bi kûleyên ku li ser avê ne, plana wê hatiye kirin û di fertone û bahozê de jî hilberandina enerjiyê ya ji bayê asteng nebe.

Avantaja herî mezin a vê santralê ku bi teknolojiya nû hatiye çêkirin li avên di ser 50 metroyî re jî dikarin hilberandinê bike. Kûleyên ku li parka ba ya Hywînd hatin danîn li herêma bi kûrahiya 100 metreyî ye.

Di şertê asayî de ne pêkan e ku mirov di ser 50 metreyî re bikaribe li ser zemîna zeryayê tûrbîna monte bike. Ji bo vê jî ne pêkan e ku mirov ji bayê ji deverên kûrtir sûd werbigire.

Her wiha berevajî deverên pereavê li deverên ku av kûr dibe ji ber ku ba xurtir e zêdetir enerjiyê mirov dikare bi dest ve bîne.  Li Skoçyayê li parka bayê tê hesapkirin ku xurtbûna ba bi giştî 36 km ye.

WÊ LI GORÎ BA Û PÊLAN TEVBIGERE

Avantajeke dî ya vê teknolojiyê ew e ku berevajî tûrbînên ku li bejahiyê têne danîn dikare li dor xwe bizîvire.

Bi kûleyên sist ku wê bikaribin li gorî ba û pêlan tevbigerin wê pêkan bibe hilberandina elektrîkê asteng nebe.

LI HER TÛRBÎNÊ WÊ 6 MEGAWATT ELEKTRÎK WERE HILBERANDIN

Tê payin ku heta dawiya vê salê ji tûrbînên parka enerjiya bayî ya Hywînê elektrîk were hilberandin, ji her tûrbînê bi kêmanî wê 6 megawatt enerjî were hilberandin.

Bi giştî 190 milyon paund li projeyê çû, di vê projeyê de li gel şîrketa Statoîlê şîrketa Masdar a Abû Dabî jî heye. Piştî ku proje qediya wê ji bo 20 hezar malî elektrîk were hilberandin.

Şîrketa Stotîlê projeya xwe ya pêşî ya derbarê santralên bayî 2009’an li peravên Norwecê danîbû.