NY: Ji 250 milyonî zêdetir kes madeyên hişber bikar tînin hene

Li gorî rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî kişandina madeyên hişber zêdetir bûye û ji 30 kesan yek kes madeyên hişber dikişîne.

Li gorî rapora NY’yê ji afyonê bigire heta kokaînê 250 milyon kes tiryakê dikêşin. Ev jî li gorî nifûsa cîhanê ya 7 milyar û nîvan, rêjeya wê ji sedî 3,3 ye.

Di raporê de hat diyarkirin ku di 29 milyon û nîvê van kesan de Hepatît C û vîrusa HIV’ê heye ya ku rê li ber AIDS’ê vedike.

Li gorî raporê piyaseya tiryaka ku tenê li Ewropayê tê firotin di navbera 20 û 30 milyar eûroyan de ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bi taybetî bazirganiya afyon û kokaînê zêdetir bûye û di sala 2016’an de li Amerîkaya Başûr li gorî sala bihurî ji sedî 30 zêde bûye.

Li gorî raporê di temamî cîhanê de sala bihurî 6 hezar û 380 ton afyon hatiye hilberandin û li gorî sala pêrar ev jî ji sedî 30 zêde bûye.