Nivîsên rojnameya Gundemê li Swêdê bûn pirtûk

Gotarên rojnamevan Asli Erdogan ên li rojnameya Ozgur Gundemê nivîsî, ku par hate girtin, bi zimanê Swêdî hatin tercûmekirin û bi navê "Bêdengî jî êdî ne ya me ye" bû pirtûk.

Nivîskar Asli Erdogan weke qiseker beşdarî semîner, konferans û bernameyên nîqaşê yên li Fûara Pirtûkan a bajarê Goteborg ê Swêdê bû, ku ji bo danasîna pirtûkê hatin organîzekirin.

Asli Erdogan, qala pêvajoya girtina xwe kir, rojên xwe yên di girtîgehê de vegot û fikar û nêrînên xwe yê li ser paşerojê anî ziman. Asli Erdogan, di semînera bi mijara "Tirkiye û azadiya îfadeyê" de, ku ji aliyê rojnameya Expressen ve hate organîzekirin û bi zindî hate weşandin, tevî rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî û şefa Çandê ya rojnameya Expressenê Karîn Olsson, bersiv da pirsên li ser rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê.

Di civîna danasîna pirtûka "Bêdengî jî êdî ne ya me ye" de, ku ji gotarên Asli Erdogan ên li rojnameya Ozgur Gundemê hatin weşandin pêk tê, Midûrê Weşana giştî ya Weşanxaneya Ramûs ku pirtûk weşand Per Bergstrom axivî. Bergstrom anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin Asli Erdogan û hemû rojnamevan û nivîskarên li Tirkiyeyê girtî ne û zext li wan tê kirin, wan pirtûk weşandine.

Di dawiyê de jî Xelata PEN'ê ya sala 2016'an ku Asli Erdogan hêjayî wê hatibû dîtin, lê ji ber ku di girtîgehê de nebû nekarî yekser radestî wê bihata kirin, bi rengekî sembolîk pêşkêşî wê hate kirin.

Bergstrom anî ziman, ku dema Asli Erdogan girtî bû wan ji bo azadiya wê hin çalakî li dar xistin û got, "Weşandina pirtûkên nivîskarên tên sansurkirin li derveyî welatê wan, ji bo parastina dengê azad gelekî girîng e. Wêjeya bi wesif, timî rejîmên otorîter aciz kiriye."