Newroz li Hamburg û Grazê hate pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê didomin. Li parlamenta Hamburgê ya Elmanyayê resepsiyonek hate dayin. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî şevek hate lidarxistin.

Li parlamenta eyaleta Hamburgê ya Elmanyayê ji bo Newrozê resepsiyonek hate dayin. Partiya Die Linke malovanî ji resepsiyonê re kir û gelek mirovên Elman, Îranî, Ereb û Efgan tevî Kurdistaniyan beşdarî resepsiyonê bûn.

Serokên Koma Die Linke ya Hamburgê Sabine Boeddinghaus û Cansu Ozdemir destpêkê axivîn û Newroz pîroz kirin.

Ozdemir diyar kir, agirê Kawayê Hesinkar îro li Rojava di destê şervanên YPG û YPJ'ê de ye û got, gelê Kurd di dîroka de xwe de ji bo parastina rûmeta xwe her tim têkoşiya.

Boeddinghaus jî destnîşan kir, partiya wan her tim bûye alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd.

Di resepsiyonê de ku gelek hunermend, akademîsyen jî lê amade bûn, Grop Eylo, Nûjiyan-Nûpelda û hunermendê Ereb Alî Şîblî derketin ser dikê.

GRAZ

Newroz li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî hate pîrozkirin.

Salona şevê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê, berxwedêrên greva birçîbûnê û alên KCK, KJK, YPG û YPJ'ê hate xemilandin.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li şevê axivî û Newroz li Ocalan û gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide pîroz kir.

Kartal rewşa dawî ya siyasî nirxand û got, "Divê berxwedana grevên birçîbûnê rast bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin."

Nûnerên Partiya Komunîst (KPO), Partiya Demokrasiya Civakî (SPO), Partiya Keskan (Grune) yên Grazê jî beşdarî şevê bûn û peyam dan.

Di şevê de Koma Medya, Koma Jin û Zarokên Grazê, Hozan Binevş, Hozan Aydin, Hozan Bengîn û Koma Dem derketin ser dikê.