NAV-YEK: Cejna Çarşema Sor pîroz be!

Navenda Yekîtîya Komeleyên Êzîdiya (NAV-YEK) cejna Çarşema Sor, li civaka Êzîdiya, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir. NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de cangoriyên Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî bi bîr anî.

Navenda Yekîtîya Komeleyên Êzîdiya (NAV-YEK) cejna Çarşema Sor, li civaka Êzîdiya, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Cejna Çarşema Sor, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û watedar e, ji dîroka qedîm ve wek sersala Kurdî tê pîrozkirin.

Cejna Çarşema Sor, bi navê din “Çarşema serê Nîsanê“ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiya, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna miliyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin. Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên rengê reng ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwîst û girîng ve têne daliqandin. Di meha Nîsanê de Êzîdî bûkan dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka salê ye. Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda kurdî û baweriya me ye.

Ger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çareseriya xwe bi destê xwe binivsînin. Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me, derfetên heyî ne hindik in û di dîroka civaka me de kêm hatine bidestxistin. Pêwîst e em van rojê zêrîn baş binirxînn û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin. Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj berdewam dike. Dewletên dagirker û faşîst weke dewleta Tirk/AKP bi hevkarên xweyî hovane, çeteyên îslamîst weke DAÎŞ, El-Nûsra, El-Kaîde dîsa ferman û komkujî li ser gelê Kurd taybetî li ser Êzdiyan pêk anîn. Ji 20ê Çileya 2018´an ve dijminên emperyalîst hevbeş Efrîn dagir kirin û bi sedan zarok, jin û mêr qetil kirin. Bi sedan şervanên me ji bo parastina vê ol û netewe, ji bo azadiya gelê xwe şerekî bê hempa kirin. Li hemberî top û guleyên dijmin bedena xwe kirin sîper û tevlî karwanên cangoriyên azadiyê bûn. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Efrîn berdewam dike û niha civaka Êzdî li Şengalê metirsiya êrîşên dewleta Tirk dijîn. Girîng e em wek civaka Êzîdiya û saziyê wê li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilintir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana gelê xwe bibin.

Weke civaka Êzdî li derveyî welat, divê em hên zêdetir û bi rêxistinbûyîn xwe seferber bikin û tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin. Divê em li nexşerêya xweseriya demokratîk ya Şengalê xwedî derkevin. Lewma pêwistiya me îro ji hercaran zêdetir ji tifaq û yekîtiyê heye.

Di vê cejna pîroz de em bi dilsozî nûçeyeke dîrokî û erênî diyarî we dikin. Herwiha di 12. 05.2018 de hilbijartin li parlemantoya Iraqê pêk tê. Wek tê zanîn, ev cara yekemîn e partiya Êzdiyan ‘PADÊ’ (Partiya Êzdiyan a Azadî û Demokrasiyê) bi fermî di hilbijartina parlemana Iraqê de cih digire û wek temsîla Êzdiyên Başûr hatiye qebûlkirin. PADÊ du namzetên xwe amade kiriye û nasnameya wan wê di nava demek nêzîk de ji bo dengdanê bi fermî were weşandin. En bang dikin: divê kesên mafdar bila înîsyatîfa xwe bi kar bînin, herin li sefareta Iraqê li ser sendoqê dengê xwe bidin namzetên PADÊ.

Bi van bîr û baweriya em careke din cejna Çarşema Sor li civaka Êzdiyan û li gelê Kurdistanê pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka me dikin, bi ruhê berxwedana li zindanên Bakurê Kurdistanê, bi lehengên berxwedana serdemê ya Efrîn li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê û hemû qadê têkoşînê, tevlî pîrozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin.”