'Muzîkjenên kolanan sînoran nas nakin'

Muzîkjen Hesen Olçen diyar kir ku li kolanan strandina bi Kurdî ji bo wî weke ruhê duyemîn e û da zanîn ku muzîka Kurdî ji muzîka neteweyên din cudatir e û wekî xebateke pêkanîna şoreşê ye.

Muzîkjenê kolanan Hesen Olçen diyar dike ku di sala 2008 û 2009’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest bi perwerdehiya tembûr û gîtarê kiriye û di heman demê de jî li kolanên Stenbolê muzîkjenî dikir. Olçen da zanîn ku dema ku li NÇM’ê perwerdehiya tembûr û gîtarê didît, li kolanan jî bi Kurdî distra. Olçen bilêv kir ku perwerdehiya li NÇM’ê û strandina li kolanên xeribiyê bandor li wî kiriye û bi hezkirineke mezin vedigere Amedê û tevlî nava xebatên çand û hunera Kurdî dibe.

‘MIN XWEST BIBIM PARÇEYEKÎ BERXWEDANÊ’

Olçen anî ziman ku zext û polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê Kurdî bandoreke mezin li wî kiriye û bi vê boneyê li ser stran û kilamên Kurdî xebat daye meşandin.  Olçen da zanîn ku ji ber zextên li ser Kurdî û berxwedana li çar aliyên Kurdistanê sirûdeke bi navê ‘Serxwebûn’ nivîsandiye û wiha axivî: “Dewleta Tirkiyeyê di sala 2011’an de li Kurdistanê şerekî kûr û qirêj dabû destpêkirin, li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyê din pêlên destgîrkirin, girtin û qedexeyên li ser Kurdî. Di vê serdemê de li her aliyê Kurdistanê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa li dijî dagirkeriyê dihat meşandin û min jî xwest bibim parçeyek ji vê berxwedanê û min sirûda ‘Serxwebûn’ nivîsand.”

‘MUZÎK XEBATEKE PÊKANÎNA ŞOREŞÊ YE’

Olçen da zanîn ku li kolanan strandina bi Kurdî ji bo wî weke ruhê duyemîn e û li ser muzîka Kurdî wiha axivî: “Muzîka Kurdî ji muzîka neteweyên din cudatir e û wekî xebateke pêkanîna şoreşê ye. Her dem gelê Kurd di têkoşîna xwe de jî çand û hunera xwe aniye ziman. Di hemû şoreşan de ya ku berxwedanê têk nebe çand û huner e. Ji ber vê yekê jî her dem welatên dagirker êrîşî çanda Kurdan kiriye, çand û hunera Kurdan weke tahlûke dîtine. Bi taybet jî êrîşî muzîkjenên li kolanan dikin.”

‘MUZÎK PIRA DI NAVBERA GELAN DE YE’

Olçen bilêv kir ku muzîk pira di nava gelan de ye û wiha pê de çû: “Muzîk reng û awaza jiyanê ye, muzîk êş û azara gelan e.  Muzîk hestên mirovan yên ku mirov nikarin bîne ziman, vedibêje. Mirov hemû kêliyên jiyanê, hezkirin, êş, destan û çîrokan bi şêwaza muzîkê vedibêje. Muzîk eynika civakê û pira di nava gelan de ye.”

‘RENG Û DENGÊ CIVAKÊ’

Olçen li ser muzîkjeniya kolanan jî axivî û wiha got: “Muzîka li kolanan xweîfadekirin e, ti hêz û kes nikarin bendan li pêş muzîkjenên kolanan deynin. Muzîkjenên kolanan sînoran nas nakin û heta awazên wan derdikeve, diqêrin. Muzîkjenên kolanan reng û dengê civakê ne. Hunermend û muzîkjen divê berdevkê civaka xwe bin û ji bo civaka xwe bilorînîn. Ji bo me cih ne girîng e, li ku derê dibe bila bibe em ê awaza xwe bibêjin û xwe ji civakê qut nekin. Muzîkjenên kolanan bi civakê hene û ronahiya civakê ne.”