Li Yemenê berpirsyarê astengkirina alîkariya însanî nayê dîtin

Li Yemenê ku ji ber şerê navxweyî bi milyonan kes birçî man e, tevî berpirsyarên komkujiyan berpirsyarên astengkirina alîkariya însanî jî nayên dîtin.

Li Yemenê ji sala 2014'an û vir ve şerê navxweyî diqewime. Di şerê navxweyî de alîkariya însanî û tibî nagihêje bi milyonan mirovên hewcedar.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, ji ber ku gelek bendergehên Yemenê dorpêçkirî ne, malzemeyên li dijî nexweşiyên şewbê nikarin bigihêjin cihên pêwîst.

Koalîsyona ku destekê dide Serokdewletê li sirgûnê Mansûr Hadî yê li dijî milîsên Hûsî yên Şîa, da xuyakirin ku îdîayên dibêjin alîkariya însanî tê astengkirin, derew in. Di daxuyaniya koalîsyona bi pêşengiya Sûidiyan de, îdîayên li ser astengkirina gihandina malzemeyên alîkariyê bi rengekî 'kategorîk' hate redkirin. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku delîlekî xurt ê nîşan dide ku alîkarî li dorpêçiyê dialiqe, nîne.

Lê belê li gorî medya herêmî û neteweyî û saziyên alîkariyê yên însanî, gelek keştiyên ji malzemeyên tibî, sotemenî û xwarinê, yên li peravên Yemenê ne dereng tên xistin. Çavdêr dibêjin, destûr ji derbasbûna xwarin û malzemeyên tibî tê dayin, lê belê ev bi derengî tê kirin.

Li Yemenê di şerê navxweyî de zêdeyî 10 hezar kes mirin û tê gotin ku nîvê van sivîl in.