'Li şûna koçberiyê divê ciwan hewl bidin rewşê biguherînin'

Ciwan li ser koçberiya ji Başûrê Kurdistanê ya ber bi welatên Ewropayê ve axivîn û diyar kirin, ku ev koçberî ji ber newekheviya civakî pêk tê. Pisporan jî gotin, "Li şûna koçkirinê, divê ciwan giraniyê bidin ser çareserkirina pirsgirêkan."

Li Başûrê Kurdistanê, ku cudahiya aborî û civakî ya navbera dewlemendî û xizaniyê roj bi roj mezintir dibe, di salên dawî de hejmara ciwanên koçî welatên Ewropayê kirine, zêde bûne. Ciwan û pisporên Başûrê Kurdistanê sedema koçkirinê û rêyên çareseriyê ji ANF'ê re nirxandin.

KOÇA JI BER PIRSGIRÊKÊN ABORIYÊ

Tevî ku Herêma Başûrê Kurdistanê di sala 1991'ê de bû xwedî sîstemeke federe û rêveberiya Kurd ava bû jî, ciwan ji vê derê berê xwe didin welatên Ewropayê. Ciwanê bi navê Beşdar Mihemed destnîşan kir, ku sedema bingehîn a koça ciwanan pirsgirêkên aboriyê ye û got, "Li pêşberî pirsgirêkên aboriyê, mirov dikevin nava lêgerîneke ku karibin jiyana xwe bidomînin. Mînak; niha karekî min heye, lê eger ev kar ji destê min biçe ya jî eger pereyê ku di vî karî de qezenç dikim têra debara min û malbata min neke, ez ê jî ji neçarî bixwazim koç bikim."

'LI ŞÛNA KOÇKIRINÊ, DIVÊ EM LI SER GUHERTINÊ BIFIKIRIN'

Ciwana bi navê Danya Ekrem anî ziman, ku tevî her tiştî jî divê ciwan koç nekin û ev nirxandin kir: "Belê, rast e azadî û rehetiya li welatên din li vir nîne. Lê belê axa dewlemend, bedewiyên xwezayî yên li vir jî li wir nîne. Mixabin em nikarin ji dewlemendiya welatê xwe sûdê werbigirin. Gelekî zehmet e ku mirov bi nîv maeşê serê du mehan carekê tê dayin debara xwe bikin. Lê belê, bi dîtina min li şûna revê, divê em têbikoşin û li ser guhertinê bifikirin."

Ciwaneke din a bi navê Dabent Kerem jî diyar kir, desthilatdarî û hikumet çavkaniya pirsgirêkan e û got, "Ji ber ku çavkaniya hemû gendeliyê ew in. Rola wan heye ku ciwan ketine nava rewşeke bi vî rengî ya bê hêvî. Lê li aliyê din, lazim e ciwan jî yekser berê xwe nede ya hêsan. Ev ne rast e. Eger ciwan karibin bibin yek wê li dijî neheqî, gendelî, dizî û bê edaletiyê guhertinekê bidin destpêkirin."

'YEKANE BERPIRSYARÊ PIRSGIRÊKÊ, RÊVEBERÎ YE'

Biryar Awaz da zanîn, li Başûrê Kurdistanê rêjeyeke bilind a bêkariyê heye û anî ziman, di bingeha vê pirsgirêkê de rêveberiya nebaş û bê polîtîkayî heye. Awat got, "Pêwîste hikumet demek ji ya din zûtir çareseriyeke mayinde ji vê pirsgirêkê re bibîne. Ji bo ciwanên me koç nekin, polîtîka divê."

Rêbat Mihemed Feteh jî diyar kir, kekê wî piştî hefteyekê wê biçe Ewropayê û got, "Yekane berpirsyarê vê jî rêveberî ye. Lê bleê ji ber ku ti pirsgirêk ne xema vê hikumetê ye, ev pirsgirêk jî ne xema wan e."

PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ Û CIVAKÎ HENE

Hîndekara Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Silêmanî Şîlan Hisên jî bal kişand ser pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî ku rê li ber koça ciwanan vedike. Hisên got, "Em hemû dizanin, dema ciwantiyê her wiha dema lêgerînê ye. Lê dema li herêmekê pirsgirêk zêde dibe, lêgerîn jî zêde dibe. Li Başûrê Kurdistanê jî, ciwan dixwazin xewn û xeyalên xwe pêk bînin, azad bibin. Lê belê ji pirsgirêkên siyasî, civakî û aboriyê li pêşiya vê asteng in."

Şîlan Mihemed got, "Li vî welatî mirovek nîne ku şehîdê xwe, xaziyê xwe nîne û Enfal nedîtiye. Her tişt ji bo Kurdistaneke azad e" û wiha dewam kir:

"Di rewşa heyî de, asta ku rêveberiya me piştî 26 salan em gihandiye, çikandina hêviya mirovan e. Mirov dibêjin, bedelên ku me dabûn ne ji bo vê bû. Ciwan jî xwe di nava vê sîstemê de nabînin. Yanî di xewn û xeyala azadiyê ya ku kal û pîrê wan didîtin, ev Kurdistan nebû. Ev yek jî rê li ber koçê vedike. Lê dîsa jî li şûna koçkirinê, lazim e ciwan giraniyê bidin ser guhertinê û têkoşîna ji bo vê yekê."