Li ser înternetê Akademiya Komun hate avakirin

Li ser înternetê di çarçoveya hişmendiya modernîteya demokratîk de Akademiya Komun a têkiliyên di navbera ‘Jiyan’ û ‘Zanînê’ de çêdike, hate avakirin.

Malpera bi navê ‘Komun Academy’ li ser îdolojî, perspektîf û gotûbêjkirina tevgera azadiya Kurd û li hev kombûn û gotûbêjkirina hemû enternasyonalîstên li tevahî cîhanê, li dijî sîstema kapitalîst, li ser sîstema alternatîf û avakirina jiyanê, platformeke ku gotûbêjên şoreşkerî pêk bîne dike hedef.

Akademî, di serî de bang li her kesê dike ku di serî de tevgerên siyasî, civakî û kolektîf ji bo jiyaneke adil û azad ji bo her kesê zanînên xwe, ezmûn û vîzyonên xwe par ve bike.

Akademiya Komun destnîşan kir ku ev malper ji bo modernîteya demokratîk wê bê bikaraîn, li ser înternetê wê jiyana rast xwe dide nasandin. Akademiyê diyar kir ku ev malper li ser pêwîstiyên têkiliyên bi jiyan û zanînê re hatiye avakirin, armanca wan ne tenê gotûbêjên teorîk û li ser înternetê gotûbêjan bi rê ve bibin e. Akademiya Komun got: “ Şêwazê jiyanê ku weke amûreke ya lêkolînkirinê dîtin û girtina dest red dikin.”

Malper; xwe dispêre konsepta modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniya hete dayîn de ev tişt hate gotin: “Pradîgmaya Abdullah Ocalan a li ser ekolojiya demokratîk û azadiya jinên bingehê akademiya me pêk tîne.” Hate diyarkirin ku zanînên ku li vir tên berhevkirin, wê xizmetê ji bo têkoşîna li dijî nîjatperestî, patrîarka, faşîzm, mêtînger û talangeriyê bike.”

Navnîşana malpera Akademiya Komun wiha ye: https://komun-academy.com/

Navnîşana Facebokê: https://www.facebook.com/Komun-Academy-2036601723326319/