Li rojhilatê Kanadayê tê payin ku çem rabin

Li Rojhilatê Kanadayê, nexasim li herêma Quebecê, li ser bobelatên lehiyê alarm hate dayin. Artêş hate amadekirin. Gelek çem ser ve diçin.

Li gorî rayedaran van çend rojên pêşiya me dibe ku mîna sala 2017'an bobelatek çêbibe.

Ji ber şiliya biharê Şemiyê kesek li komuna Pontîacê ya Quebecê mir.

Van rojên dawî ji ber barana zêde û bi tevlêbûna berfa heliyayî ava çemên li Ontorîo, Quebec û Nouveau-Brûncwîckê zêde rabûn û bi ser ve diçin.

Rayedar li bendê ku Yekşemê li herêma Montrealê, Duşem û Sêşemê jî ava çeman rabe û ser ve biçin. Herêma xweser a Quebecê bang li artêşê kir ku tevbigere.

Bi rojan e li gelek komunan welatî bi kîsên xizê hewl didin ku tevdîrên xwe bigirin. Bi deh hezaran kîsê xîzê hatin ji bo danîna bendan hatin bikaranîn.

2017'an li herêma Quebecê nexasim biharî piştî ku berf heliya û şiliya zêde gelek bobelatên sirûştî çêbûbûn. 261 cîgehên bi rêveberiya şaredariyê ziyan gihaştibû ser wan û 5.371 mal di bin avê de mabûn. Ziyana ku bûyî bi bihayê bi sedan milyon dolarê Kanadayê bû.