Li Pompeîîyê nivîsa ku dîroka karesatê diguherîne

Li Îtalyayê ji ber teqîna Volkana Vezuvê bajarê Pompeîîyê wêran bûbû. Nivîsek hate dîtin ku dîroka teqînê diguherîne.

Arkeologan li ser dîwarê vîllayeke li Pompeîîyê nivîsek dîtin. Ev nivîs dîrokê teqînê diyar dike.

Gerînendeyê xebatên kolandina li Pompeîîyê Massîmo Osanna diyar kir ku li ser dîwarê vîllayekê karkerekî nivîsandiye ‘Beriya Mijdarê 16 rojan.’

Li gorî Osanna ev jî dibe 17’ê Cotmehê. Li gorî vê dîrokê ne di Tebaxa 79’an de lê di Cotmeha 79’an de volkan teqiyaye.

Ji ber çîroka Gaînûs Plînîûs Caecîlîûs Secûndûs ê ku piştî teqînê 30 salan nivîsandibû, wisa dihat gotin ku dîroka teqînê 24’ê Tebaxa 79’an e.

Lê Massîoma Osanna diyar kir ku li qadê gelek nîşan hatine dîtin û teqîn di payîzê de pêk hatiye.

Wezîrê Çandê yê Îtalyayê Alberto Bonîsolî got ku, “Îro em ê pirtûkên dîrokê ji nû ve binivîsin. Ji ber ku teqîn di nîveka duyemîn a meha Cotmehê de pêk hatiye.”

Piştî Kolezyûma li Romayê mirov herî zêde diçin serdana bermahiyên bajarê dîrokî Pompeîî. Di sala 2017’an de 3,4 milyon kes çûne Pompeîîyê û di heşt mehên sala 2018’an de jî ev hejmar nêzî 3 milyonan bûye.