Li Fînlandiyayê ji bo mafê ajalan 140 hezar îmze hatin komkirin

Li Fînlandiyayê du rêxistiên ku mafê ajalan diparêzin bi armanca parastina ajalan  ji bo bihêzkirina pêşnûmeya ku hikumetê amade kirî û dayî parlamentoyê 140 hezar îmze komkirin.

Federasyona Komeleya Parastina Mafê ajalan yên Fînlandiya û Anamalîa (SEY) pêşnûmeya ku hikumetê amade kirî kêm dîtin û ji bo bihêzkirina pêşnûmeyê li tevayî welat kampanya dan destpêkirin.

Herdu rêxistin daxwaz dikin ku pîşesaziya kurkê were qedexekirin, girtina cotgehên kurkê û dawî lê anîna girtina ajalan di qefesan û cihên girtî de di pêşnûmeyê de cih bigre.

Bi vê armancê di meha Adarê ya îsal de zêdetirî 100 hezar îmze hatibûn komkirin. Piştî ku hikûmet meha derbasbûyî pêşnûme diyarî parlamentoyê kir herdu rêxistiin lez dan xebatan û di nava mehekê de 140 hezar îmze komkirin.

Piştî ku îmzeyên hatine komkirin ji bo parlamentoyê hate dayîn ji rêveberên Anîmalîa Maj Kîvela daxuyaniyek nivîskî da û wiha got; “Tevî ku pêşnûme li paş Swêd, Danîmarka û Norwecê ye hikûmeta qala pêşveçûnê dike.”

JI BO GIRTINA COTGEHÊN KURKAN ÇALAKÎ HATE KIRIN

Parazvanên mafê ajalan roja Dûşemê li rojavayê welat li bajarê Haûhava ku cotgehên herî mezin ên kurkê li wir in, ji bo girtina cotgehan çalakî lidarxist.

Li Fînlandiyayê 95 ji sedî li peravên rojavayê welat bi giştî 900 cotgehên kurkan hene.