Li dijî qirêjiyan hewayê YE zehf tênakoşe

Jimaryariya Yekîtiya Ewropayê di raporekê de diyar kir dewletên endamên YE’yê hê li gorî normên derbarê qirêjiya hewayê naçin.

Jimaryariya YE’yê sêşemê raporek belav kir, polîtîkayên YE’yê yên van 10 salên dawî kirine ku emîsyonên xaza serayê kêm bibin, bi rexneyî got, ‘’lê qelîteya hewayê bi heman lezê baş nebûye û bandora wê ya li ser tenduristiya civakê hê bi heman nirxî ye.’’

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) got qirêjiya li atmosfere ji hêla rîsa tenduristiyê ve ya li welatên YE’yê faktoreke sereke ya hawîrdorê ye. Li gorî WHO ji ber sedema qirêjiya hewayê her sal nêzî 400 heza kes zûtir dimirin.

Di raporê de li ser daneyên WHO’yê tê gotin li Bulgarîstan û Macarîstanê ji ber sedema qirêjiya atmosfere salên jiyanê yên bi tenduristî yên ku ji dest çûne, ji yên Çîn û Hindîstanê zêdetir in.

Di raporê de her wiha hate gotin, ‘’piraniya dewletên endam bi rengekî têrkar tevnagerin’’ û ji Komîsyona Ewropayê tê xwestin ku çalakiyên karîgertir bikin.