Li Arjantînê hejarî 35 ji 100'î derbas kir

Li Arjantînê ku dawiya vê mehê hilbijartin wê lê werin kirin ji ber polîtîkayên Serokê rastgir Maurîco Macrî 35 ji 100'î yê gel hejar e.

Li gorî Enstîtûya Îstatîstîka Netewî (INDEC) rêjeya hejarên li Arjantînê nîveka vê salê berdewam kir. Li gorî vê rêjeya hejariyê 3,4 ji 100'î zêde bû û bû 35,4 ji 100'î.

Li gorî lêkolînê 10 milyon û 15 hezar kes bi nanoziko dijîn. Dema ku mirov lê bifikire ku nifûsa Arjantînê 44 milyon e, ev tê maneya ku ji 4'an 3 nifûs hejar e. Ji van kesên ku bi nanoziko dijîn 700 hezar jê gelê xwecih e. 

Aboriya Arjantînê piştî krîza giran a 2001'ê hinekî xwe dabû ser hev lê 2018'an ketibû rewşa resesyonê.