Komkujiya Êzidiyan di tûrnûvaya futbolê de hate şermezarkirin

Li Kantona Tîcîno ya Swîsreyê, li dijî nîjadperestiyê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin û komkujiya li Êzidiyan hate kirin, hate şermezarkirin.

Tûrnûvaya futbolê ya li dijî nîjadperestiyê, li bajarokê Lûmûne yê Kantona Tîcîno ya Swîsreyê hate lidaxistin û zêdeyî 300 tîmên futbolê tevlî bûn.

Çend ji tîmên ji gelemperiya kantonê tevlî bûn, tîmên Kobanê û Qamişloyê bûn. Tîma Kobanê, bi formayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî hemû maçên xwe bû. Lîstikvanên ji gelek gelên cuda yên li Tîcîno dijîn, bi 30 tîman tevlî tûrnûvayê bûn.

Piştî bidawîbûna maçan, merasîma xelatdayinê hate kirin. Lê belê beriya vê merasîmê hemû lîstikvan û temaşeker daketin qadê û komkujiya 3 sal beriya niha li Êzidiyan hate kirin, şermezar kirin. Di merasîma xelatdayinê de alên PKK û YPG'ê hatin hildan. Her wiha pankart û dowîz hatin vekirin û bi rêya wan, polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê û DAIŞ'ê yên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin.