Komeleya Ekolojiyê ya Wanê: Xwedî li daristanên Dersimê derkevin

Tevgera Ekolojiya Wanê, banga xwedîderketinê li daristanên Dersimê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tê şewitandin kir.

Tevgera Ekolojiyê ya Wanê, têkildarî daristanên Dersimê yên li ser fermana AKP’ê ku ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Divê bi lezgîn şewata daristanên Dersimê bên vemirandin, em bang li hemû saziyan dikin ku dengê xwe li dijî vê bilind bike. Dema ku mijar bû şewitandina daristanên Kurdistanê, rêxistinên derdor, STK, li hemberî şewata daristan bê deng dimînin, em dibînin ku çapemeniya alîgir jî bêdeng in. Lê em bi salan li hember qûtkirina daran tim dengê xwe bilind kiriye. Em hesabê darên li Geziyê hatin birîn pirs kir. Li Karadenizê li dijî çêkirina Rêya Kesk derketin. Li kîjan cihê cîhanê bibe em li dijî qirkirina xwezayê derketine.

Niha li dijî şewitandian daristanên Kurdistanê bang li hemû saziyan dikin ku dengê xwe bilind bikin. Ya di şewite dilê cîhanê ye. Hemû nebat û tebatên li nava daristana de tê qetilkirin. Ev polîtîkaya topyekûn a qirkirinê ye. Wezîrê Karê Derve bi konsepta şerê taybe bi hinceta ‘ewlekariyê’ daristanê ji bo hêzên xwe weke xeterî dibînin û li dijî vê jî Wezîrê Xweza û Daristanê jî bêdeng dimîne. Xozat, Pîlemûriye û Pulur dişewite. Wijdan, Exlaq û mirovahî dişewite.”