KCD: Di cejnê de em destê xwe bidin bajarên ku hatine hilweşandin

KCD’ê peyama cejnê da û xwest ku her kes tevlî bernameyên bi mebesta alîkariya ji bo Sûr,Nisêbînê û Cizîrê bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Cejna Remezanê peyameke nivîskî da.

Peyama KCD’ê wiha dest pê kir : ‘’Em di nav şertên wiha de ku zorî, tengezarî, zext zêde ne Cejna Remezanê pîroz dikin’’ û bi domdarî hate gotin, ‘’Cejn hevpariya êş, kul, xem û kêfxweşiyê ye û nirxê me yê hevpar e.

Gelê me weke her carê vê cejnê jî neçar hatiye hiştin ku di nav hilweşîn û qirkirinê de cejnê pêşwazî bikin.

Em bawer dikinn ku gelê me yê ku li gel her cure zilm û zextê jî, bi berxwedaniya xwe dizane ya xweşik, watedar û rast bijî, em bawer dikin ku vê Cejna Remezanê ya pîroz jî wê li gorî rastiya wê, wateya wê û xweşikiya wê bijî.

Li gel hemû tengezariyên ku em dijîn; em hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya yekîtiya me ya netewî, xwîşk û biratiya gelên me, aştiya demokratîk a hemû Rojhilata Navîn, dadmendî û azadiyê.

Bi vê hîs û baweriyê em Cejna Remezanê ya gelê xwe û hemû cîhana Îslamê pîroz dikin, em bang li hemû gelê xwe û saziyan dikin ku tevlî bernameyên bi mebesta destekdayina bajarên xwe yên weke Sûr, Nisêbîn û Cizîrê bibin.’’