Jinên ji rojhilat vê carê bi hespên xwe li ber rejîmê rabûn

Gelek jinên Kurd beşdarî pêşbirka siwariyê ya li Sinê bûn. Ev yek weke serînetewandina jinan li ber polîtîkayên girtiyê yên rejîma Îranê hate şîrovekirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê li gelemperiya welêt û li Rojhilatê Kurdistanê, bi polîtîkayên li dijî jinê hewl dide jinê ji hemû qadên jiyanê derxîne. Lê li Rojhilatê Kurdistanê jin li dijî vê yekê bi xurtî li ber xwe didin.

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşbirka siwariyê hate lidarxistin. Balkêş bû ku gelek jin tevlî vê pêşbirkê bûn. Pêşbirka Siwariyê ya Sinê, ku ji aliyê komleeyên parastina mîrateya çandî ya Rojhilat tê organîzekirin û îsal cara 15'an hate lidarxistin, gelekî bal kişand.

Pêşbirk li qada Dibistana Siwariyê ya Sehendê hate lidarxistin û ji kategoriyên jin û mêran pêk hat. Beşdaran di beşên "rakirina alayê ji erdê" û "çengkirina ji ser bendê" ji bo her sê rêzên destpêkê li ber xwe dan. Di dawiyê de de ji serketiyên pêşbirkê re xelat hatin dayin.

Balkêş bû îsal gelek jinên Kurd tevlî pêşbirka li Sinê bûn. Ev yek jî bû sedem ku tevlîbûna jinan weke serînetewandina jinên Kurd li ber polîtîkayên rejîma Îranê bê dîtin.