Ji ber qedexeya zozanan, sewalên xwe firotin

Welatiyên li gundê Qera yê Ebexê, ji ber ku herêma Tendurekê di bin navê "operasyonê" hat qedexekirin, nikaribûn derkevin zozanan û di nava salekê de 2 hezar pezên xwe firotin.

Ji ber qedexeya hêzên dewletê ya li ser herêma Tendurekê, gundên girêdayî navçeya Ebex a Wanê gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Herêma Tendurekê di navbera navçeyên Giyadîn û Bazîdê yên Agiriyê û Ebex a Wanê de dimîne. Gelek gundiyên Ebexê diçin zozanên xwe yên Tendurekê, lê îsal di bin navê "qedexeyê" de herêm li gundiyan hate girtin û ji ber qedexe û operasyonên leşkerî, gundî nikaribûn pez û dewarê xwe biçêrînin. Gundên wekî Kelareş, Dasîna û Kanîspî, ji ber qedexeyê neçûn zozanan, tenê ji gundê Qera ya Ebexê di qedexeya salekê de 2 hezar sewalên xwe firotin. Welatiyan eşkere kir ku tenê bi sewalkariyê debara xwe dikin û dan zanîn ku dewlet bi vê polîtîkayê dixwaze wan koçber bike.

600 MÎHÊN XWE FIROT

Keyayê gund Nusret Dîncer 600 mîhên xwe firotine, diyar kir ku ji ber ku wan zextên cerdevaniyê qebûl nekiriye, hatine cezakirin û wiha got: "Em derdiketin zozanan û me sewalkarî dikir, niha ew jî tune. Karekî ku em bikin jî tune. Em li gund li 20 pezan mêze dikin. Berê 600 mîhên me hebûn, me ji neçarî hemû firotin. Zozan qedexe ne heke em biçin wê me bikujin."

'REWŞ GELEK XIRAB E'

Jina bi navê Kubra Dîncer jî destnîşan kir ku wan ji 70 mîhan, 60 heb firotine, ji ber ku sewalên gund kêm e, di warê penêr, şîr û mast de zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Sewal tune, em jî di debarê de zehmetiyan dikişînin. 6 zarokên min hene. Rewşa wan ji ya me xirabtir e. Em îsal li gund man. Rewşa me gelekê xirab bû. Sala par jî qedexe hebû, me bi zehmetî debara xwe piçekî berhev kir. Niha rewş xirabtir e."

DEMA EM NEÇIN ZOZNAN…

Şevket Dîncer jî anî ziman ku dema ew neçin zozanan, neçar in erdê hin gundan kirê bikin û wiha axivî: "Min tenê qasî 100 hezar TL'yî mesref kir. Li wir gîhayê me hebû, me neçarî hemû hişt cihda. Em li vir erdê hin kesan kirê dikin û sewalên xwe diçêrînin. Rewşa tevahiya gundan xirab e. Berê 400 mîhên min hebûn, niha 100 jê maye. Dema em neçin zozanan rewşa me zehmet dibe, ne mast, nepenêr û ne jî şîr tê malê."

'JI CERDEVANAN RE SERBEST E'

Dîncer destnîşan kir ku wan di meha Hezîranê de serî li Qaymeqamtiya Çaldêranê daye, soza "Dê zerarên we bên daîn" girtine û wiha pê de çû: "Me xwest zozanên me bên serbestkirin. Destûr nedan. Qaymeqam got ku dê 'zerarên we bên dayîn', wî jî tu tişt ji bo me nekir. Li van gundan çiqas mirov hebin hemû mexdûr in. Hemû tiştên me li zozanan man. Nehiştin em bînin. Ji neçarî zarokên me hemû çûn metrepolan bixebitin. Dixwazin me li van deran koçber bikin. Em naxwazin van deran terk bikin. Hemû gundên cerdevanan diçin zozanan, destûrê nadin me."

'PEZÊ ME NABE QURBAN'

Cumalî Dîncer jî ji 200 sewalên ku di destê welatiyan de maye re şivantiyê dike, da zanîn ku beşeke sewalan firotine û pê gîha kirî ne û bal kişand ser Cejna Qurbanê û ev tişt got: "Hêj ev sewalana ji bo qurbanê negihîştine. Ne wekî qurbanên par in. Sala çûyî li zozanan gîha hebû, pezê me qelewtir bû. Heke zozan qedexe nebûna, wê pezê me hêj rintir bûya."