Ji ber hêla Ebolayê li Kongoyê zêdetirî 1000 kesî mirin

Li Komara Kongoyê ya Demokratîk ji Tebaxa 2018'an û vir ve ji ber hêla Ebolayê zêdetirî hezar kesî mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tendiristiyê ya Kongoyê piştî ku hêla Ebolayê 1'ê Tebaxa 2018'an li eyaleta Nord-Kîvûyê dest pê kir û vir ve 1.008 kes mirin. Tenê 422 kes hatin başkirin.

Li gorî daneyên rayedarên tendiristiyê 65.9 ji 100'î yê bi nexweşiyê ketin, mirin. 51.9 ji 100'î yê nexweşan li derdora bajarê Butemtayê mirin.

Hêl li herêmên wiha karîger e ku ewlehî kêm e. Personelên tendirisiyê jî gelek caran dibin hedef. Rayedar û Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê li herêmên ku vîrûs lê heye, dibêjin, ji ber ''manîpulasyonÊn siyasî'' şer tê gurkirin.

Hate gotin destpêka Adarê  ji ber êrîşa li ser navendên tedawîkirina Ebolayê vîrûs di zêdetir mirovan geriyaye. Destpêka Nîsanê doktorekî Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê jî êrîşeke çekdarî hate kuştin.