Huner û pîşeyekî li ber tinebûnê: Sobeyên êzingan

Hosteyê sobeyan Mehmet Şirîn Ûslû ku 20 sal in li sûka kevn a Sûrê sobeyan çêdike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikeve.

Karê çêkirina sobeyên êzigan, ku pîşeyê pêşiyan e, ji ber pêşketina teknolojiyê di rewşeke xetere de ye. Li Bazara Sobeyan a li navçeya Sûrê ya Amedê, hostayên sobeyan bi biryardarî xwedî li karê xwe derdikevin. Li vê bazarê sobeyên êzingan, agirdank, semawer, sênî û çaydan tên çêkirin.

'HUNERA BAV Û KALAN'

Hosteyê sobeyan Mehmet Şirîn Ûslû dibêje, li hemberî pêşketina teknolojiyê hunera wan li ber tinebûnê ye û wiha axivî: "Zêdetirî 15-20 sal in li Sûka kevn a Sûrê sobeyan çêdikim. Di temenê biçûk de ez li ber destê apê xwe fêrî vî pîşeyî bûm û niha jî ez û apê xwe bi hev re vî karî dikin. Karê me ji ber pêşketina teknolojiyê kêm bûye. Di werza havînê de em parçeyên sobeyan û lûleyan amade dikin û di werza zivistanê de jî dest bi çêkirina sobeyan dikin. Di nava rojê de nêzî 50 sobeyan em çêdikin. Em li vir sobeyên êzingan, borî, sênî, agirdank, semawer û çaydan çêdikin. Di werza zivistanê de sobeyên daran têne firotin û havînê jî semawer û agirdank têne firotin. Weke salên berê êdî kes naxwaze vî karî bike. Em jî dixwazin vê hunera bav û kalan bidomînin."

'NÎŞTECIHÊN GUNDAN SOBEYAN DISTÎNIN'

Ûslû da zanîn ku nîştecihên gunda tên sobeyên êzingan distînin û wiha dewam kir: "Berî gaza xwezayî were Amedê karê me gelekî baş bû. Li her malekê sobeyên êzingan hebû. Lê belê pişta gaza xwezayî hate bajêr weke berê kes sobeyan bi kar nînin. Tenê gundî tên û sobeyên êzingan dikirin. Sobeyên êzingan ji gaza xwezayî baştire û xweş germ dike. Her wiha agirê êzingan ji bo tenduristiya mirovan jî baş e. Gaza xwezayî dibe sedema nexweşiyan."

BANDORA KRÎZA ABORÎ

Ûslû anî ziman ku krîza aboriyê bandor li karê wan jî kiriye û got, "Nêzî 3 sal in karê me nebaş e. Em sacên xwe bi dolar dikirin û vê sala dawî buhayê wan bûye sê qat. Niha qîmetê sobeyan ên herî erzan ji 45 heta 50 lîreyî ye. Sobeyên sac ên bşa jî ji 200 heta 600 lîreyî ye."